​​​​​​​‘Li şûna ku hikumeta Başûr xelkê tewanbar bike, bila pirsgirêkên hundirîn çareser bike’

Rewşenbîr: “Li şûna ku rayedarên Başûrê kudistanê xelkê rojava tewanbar bikin, bila pirsgirêkên gel çareser bikin.”

​​​​​​​‘Li şûna ku hikumeta Başûr xelkê tewanbar bike, bila pirsgirêkên hundirîn çareser bike’
13 kanûn, 2020   09:40
KOBANÊ

Têkildarî rewşa Başûrê Kurdistanê, rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kirin ku li şûna ku gazinan ji Kurdên Rojava bikin, bila daxwazên gel bi cih bînin û pirsgirêkên wan çareser bikin.

Li bajarê Silêmaniyê û hin bajarên din ên Başûrê Kurdistanê ji bo dayîna mûçekên karmend û pêşmergeyan xwepêşandan tên lidarxistin. Ji ber ku ev 4 meh in hikumetê pereyên karmendan nedane wan.

Di encama xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê de, hêzên ewlekariyê gule li xwepêşandêran reşandin, ji ber vê yekê bi dehan kes bûn qurban û birîndar bûn.

Kurdên Rojava yên tev li xwepêşandanên dawîn ên li Başûrê Kurdistanê bûne, bi derxistina tevlîheviyê hatin tewanbarkirin, ku ev yek wekî reva eşkere ji berpirsiyariyê hate binavkirin.

GOTIN Û RASTÎ JI HEV DÛR IN

Têkildarî tewanbarî û girtina xelkê Rojava yên li başûrê Kurdistanê, rewşenbîrên Rojava ew îdia red kirin û wiha gotin:"Ew daxuyanî û bûyerên li ser erdê diqewimin ne wek hev in. Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên xwe yên hundirîn çareser bike û wekî hin hikumetên li herêmê ku dawiya wan hilweşîn bû, neke.”

Endamê Komîteya Meclisa Kantona Kobanê Mehmûd Ebdo Hesen got di demên dawîn de li Başûrê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kir, lê rêveberiya hikumetê nerazîbûnên gel di ber çavan re derbas nekir û ji aloziya hundirîn re çareseriyê nedît, berevajî wê bi daxuyaniyên xwe hîna aloziyê kûrtir û berfirehtir dike.”

Ebdo Hesen bi domdarî wiha got: “Li şûna ku hikumet gazinan ji gelê Rojava bike û wan bi îdiayên vala tewanbar bike, bila li gelê xwe guhdarî bike, ji ber ku gelê Rojava ji ber şer reviyaye.”

Hevseroka Akademiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê Cînda Temê jî wiha axivî: “Bûyerên di demên dawîn de li Başûrê Kurdistanê qewimîn, tu kesî bawer nedikir ku bigihêje vê asta kambax û şehîd çêbibin. Lê xuya ye ku li şûna hikumeta Başûr rewşa jiyanî ya gel baş bike û mûçeyên karmendên xwe bide, hîna bi îsrar e ku bi hêzê li hemberî gel bi kar bîne.”

.

Endamê Rêveberiya Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê Omer Mehmûd jî diyar kir ku ev pirsgirêkên hundirîn in û divê hikumeta Başûrê Kurdistanê çareseriyê ji vê rewşê re bibîne û xelkê derdor tewanbar neke.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/qH-SI8vJwrI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>