Bi vîn û pêkanîna fikrên Ocalan... Gelo berxwedana Şêxmeqsûdê çawa bi ser ket?

Berxwedana Şêxmeqsûdê ku taxa yekemîn a dorpêçkirî bû, bi vîna ciwan û gelê wê bi ser ket û bû nimûneyeke hevgirtina civakî.

Bi vîn û pêkanîna fikrên Ocalan... Gelo berxwedana Şêxmeqsûdê çawa bi ser ket?
Bi vîn û pêkanîna fikrên Ocalan... Gelo berxwedana Şêxmeqsûdê çawa bi ser ket?
Bi vîn û pêkanîna fikrên Ocalan... Gelo berxwedana Şêxmeqsûdê çawa bi ser ket?
Bi vîn û pêkanîna fikrên Ocalan... Gelo berxwedana Şêxmeqsûdê çawa bi ser ket?
Bi vîn û pêkanîna fikrên Ocalan... Gelo berxwedana Şêxmeqsûdê çawa bi ser ket?
Bi vîn û pêkanîna fikrên Ocalan... Gelo berxwedana Şêxmeqsûdê çawa bi ser ket?
Bi vîn û pêkanîna fikrên Ocalan... Gelo berxwedana Şêxmeqsûdê çawa bi ser ket?
Bi vîn û pêkanîna fikrên Ocalan... Gelo berxwedana Şêxmeqsûdê çawa bi ser ket?
Bi vîn û pêkanîna fikrên Ocalan... Gelo berxwedana Şêxmeqsûdê çawa bi ser ket?
Bi vîn û pêkanîna fikrên Ocalan... Gelo berxwedana Şêxmeqsûdê çawa bi ser ket?
Bi vîn û pêkanîna fikrên Ocalan... Gelo berxwedana Şêxmeqsûdê çawa bi ser ket?
Bi vîn û pêkanîna fikrên Ocalan... Gelo berxwedana Şêxmeqsûdê çawa bi ser ket?
Bi vîn û pêkanîna fikrên Ocalan... Gelo berxwedana Şêxmeqsûdê çawa bi ser ket?
13 kanûn, 2020   09:17
HELEB-MIHEMED EBDO-SOLÎN REŞÎD

Berxwedana Şêxmeqsûdê, fikrên rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina aloziyên li herêmê de û serkeftina berxwedana gel li hember hewldanên qirkirina etnîk, çandî û bedenî de, sepandin. Di heman demê de, berxwedana Şêxmeqsûdê bi projeya neteweya demokratîk, xweparastin û hevgirtinê bû nimûneyeke jiyana hevbeş a li Helebê.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi dirêjahiya 5 salan êrişî taxa Şêxmeqsûdê kir. Ev êriş sala 2012’an dest pê kir û heta rizgarkirina taxên rojhilatê Helebê di sala 2017’an de dewam kir.

ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Xweparastina gel, parçeyeke bingehîn û stratejîk ji şerê gelê şoreşgerî ye û bi birêvebirina civakê bi xwe û bêyî pişta xwe bide saziya dewletê ye. Ji ber saziya dewletê, li pêş rihê hevkarî, hevgirtin û hevjiyana di navbera ferd, çîn û çandên cuda de, astengî ye.

Rêber Abdullah Ocalan di manîfestoya Sosyolojiya Azadiyê û parêznameya Rojhilata Navîn a Demokrasî de, mijara parastina rewa ji gelê Kurdistanê û gelên li herêmê re eşkere kir. Ji ber ku gelê Kurdistanê û gelên li herêmê li beramber êrişeke çandî, exlaqî, siyasî û manewî ne ku di destpêka sedsala 19’an de gur bû.

Rêber Ocalan ev êrişên ku kûr bûne, bi penceşêreke mirî ku herêmê parçe dike û gefan li hebûna wê dixwe, bi nav kir.

Li gorî nirxandinên rêber Ocalan ên ji Manîsfîstoya Civaka Demokrat, civaka Kurdistan û Rojhilata Navîn erkdar in ku li hember vê zihniyeta nexweş û biyanî bi rêya parastina rewa bisekinin, anku dermanê vê nexweşiyê di pêkanîna rêgezên şerê gel ê şoreşgerî de ye.

Di vê çarçoveyê de rêber Ocalan mekanîzmaya parastina rewa di Rêveberiya Xweser a Demokratîk de şîrove kir ku wek alternatîfeke civakî, demokrasî, komînalî, pirrengî û rizgarî ye, her wiha alternatîfa rejîma netewedewletê ye.

Ji lew re azadî li gorî felsefeya rêber Ocalan pêkanîna rêveberina civakê bi xwe û çareserkirina tevahî pirsgirêkên xwe bi hêz, vîn, zindîbûn û afirîneriya xwe ya xweser e.

SERHILDANA ŞOREŞGERÎ

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevgera siyasî û şoreşgerî (tevgera azadiya Kurdistanê) belav bû û xebata pêkanîna avakirina civaka demokrasiyê ya ku xwe dispêre felsefeya rêber Abdullah Ocalan, dest pê kir.

Van taxan xwe bi navê ‘taxa Rêbertî’ da nasîn, kêliyekê jî bi paşve kişandinê ji rêgezên şoreşgerî nefikirîn û bi têkoşîna xwe li gel tevgerê sekinîn. Rêbertî ji bo şêniyan roja azad û sepandina hebûnê bû û wiha digotin: "Heke me dixwazin rizgar bibin, divê em îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan binasin."

‘KÎ DÎROKA XWE JI BÎR BIKE, PÊŞEROJA XWE WINDA DIKE’

Sûad Hesen beşdarî berxweda li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûye û da zanîn ku ev berxwedan şerê gel ê şoreşgerî ye û destnîşan kir ku mîrasa têkoşîna ku şêniyan ji deh salan ve pêşkêş kiriye, di 19’ê Tîrmehê de bi saya fikrên rêber Ocalan derket. Sûad anî ziman ku ew çi qas parastina fikrên rêber Ocalan bikin, wê demê parastina azadiya xwe dikin.

Sûad Hesen wiha got: "Heke em ne birêxistinkirî bana, me mîna vê berxwedana ku bi tevlêbûna gel li dar ketiye, dest pê nedikir. Bi wê re tu hêzên leşkerî yan jî heta çekên giran li gel me tune bûn. Me ew êrişên barbarî bi vîna xwe têk birin."

Sûad Hesen da zanîn ku bi lêdana dahola şer re, bi sedan ciwanên ji xort û keç ên taxê bersiva seferberiya giştî dan da ku parastina taxên xwe bikin.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê diruşma berxwedana xwe ji gotina rêber Ocalan a Kurdistan Mêtînger e wergirt û gotin "Berxwedana Jiyan e", ew jî ji pirtûka Berxwedan Jiyan e ya berxwedana girtiyên li girtîgehan û meşaleya Mezlûm Doxan wergirt. Sûad Hesen wiha pê de çû: "Me ev fikir di navbera şêniyên gel de sepandin. Berxwedana ku li van taxan hatiye dayîn, şerê gel ê şoreşgerî bû."

Sûad Hesen bûyerên ji berxwedana şêniyên di dema dorpêça taxê ji aliyên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, bi bîr xistin ku ew dorpêç girtîgehek bi deriyekê ber bi asîmanan ve bû. Li gel wê jî topbaran û êrişên bênavber ji tevahî aliyan ve li dijî taxê pêk dihatin. Lê şêniyan berxwedaneke gewre bi moralên bilind raber kirin.

Li aliyekî din jî Sûad Hesen diyar kir ku ev şer ji bo şêniyên taxê testek bû ku asta girêdana wan bi fikirên rêber Ocalan û parastina wan re bê eşkerekirin. Şêniyan hêza gelê şoreşger nîşan da û piştevaniya ciwanên xwe yên li eniyên şer kir, da ku serkeftinê li dijî van şerên li ser wan hatine ferzkirin, pêk bînin.

Sûad Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: "Sira Serkeftina berxwedana Şêxmeqsûdê ji îdolojiya rêber Abdullah Ocalan û nirxên şehîdên pîroz e. Heke li gel te hêz û rêgez tune bûn, tu nikarî li ber xwe bidî."

BIRATIYA GELAN

Di berxwedana taxa Şêxmeqsûdê de rihê biratiya gelan û jiyana hevbeş diyar dibe, li ser vî esasî asta têkoşîna xwe bilid kirin û azadî û adaleta civakî mîsoger kirin û hevgirêdanek ava kirin.

Piştî taxa Eşrefiyê hate rizgarkirin, ji bo bîranîna bijîşk Şahid El-Cimeyan ê ji pêkhateya Ereb ê ji Dêrazorê, li taxê komînek bi navê şehîd Şahid El-Cimeyan hate vekirin.

Meriî Şilbî yê ji pêkhateya Ereb û dema tev li berxwedanê bû, baweriya xwe bi projeya biratiya gelan anîye, diyar kir ku xweşikbûna taxê di pirrengiya çandî û olî de ye, ji ber tê de rihê biratiya gelan diyar dibe.

Meriî Şilbî destnîşan kir, ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî taxê kir û bi îdiayên bêbingeh xwestin fitneyan di navbera pêkhateyên taxê de derxin û projeya biratiya gelan têk bibin.

Gelê xwedî bawerî xwestin çarenûsa xwe diyar bikin û berxwedana xwe ji rihê berxwedana Kobanê girtin, lewma berxwedana Şêxmeqsûdê xwe da der û parastina Helebê û mal û milkên wê kirin.

Têkildarî sira serkeftinê Meriî Şilbî got ku ew ne xwedî çekên giran û tankan bûn û çeteyên ku bi piştgiriya Tirkiyê êrişî wan kirin, xwedî çekên nû bûn, lê dîsa jî bi saya vîna gelên xwe bi ser ketin.

Meriî Şilbî got dema çek rakirin û seferberî li taxê ragihandin, wan dizanî ku xetere heye û dê berdewam bike, beşên civakê li kêleka ciwanan sekinîn û li eniyan li ber xwe dan.

VÎNA GELAN BI BIN NAKEVE

Meriî Şilbî bi domdarî got: "Berxwedan jiyaneke rasteqîn e, em fêr bûn û me ev rêgez ji xwe re bingeh girt û xwe spart vîna gelan a ku bi bin nakeve. Lewma bi saya vîna pêkhateyan em bi ser ketin, ji ber ew gelekî berxwedêr e û banga azadiya xwe dikin, bi vê hevgirêdana niştimanî me karî serketina xwe qezenc bikin, niha jî bi rihekî hevpar li taxa Şêxmeqsûdê kar û xebatê dimeşînin û aramiyê mîsoger dikin."

Meriî Şilbî piştrast kir ku ew fikrên xwe ji projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş digirin û wiha gotina xwe berdewam kir: "Para herî mezin a vê serkeftinê ya rêber Abdullah Ocalan e, heke mirov bi hûrbînî li rastiyê binêre, mirov dibîne ku ne dewleta Sûriyê û ne jî opozîsyon xwedî proje ye, lê projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan projeya me ye û em parastina wê bikin û heta neteweyeke demokratîk ava bikin û li welatekî aştiyane mîsoger bikin, em ê şopdarên vê projeyê bin."

Zehmetî û erkên ji şêniyên taxê dihat xwestin ne tiştekî hêsan bû, lê bi saya rihê têkoşer û berpirsyariyê ji rewşê re bûn bersiv.

Tevahiya civak bû komeke şoreşgerî û wekî kewara mêşan û li gorî şert û mercên şer gelê bi rêxistin kirin û şehîd ji xwe re kirin mînak.

Jinên li taxê roleke pêşeng lîst û li taxa Şêxmeqsûdê çirûska azadiyê bi şehadeta Gulê Silmo dest pê kir, ji vê nuqteyê jinan erka parastina taxê girtin ser xwe, xwe di nava YPJ`ê de bi rêxistin kirin û di nava HPC- Jin de tabûra xwe ya yekemîn ava kirin û navê Gulê Silmo rakirin.

Ji bo zarokên xwe yên li eniyên şer xwarin çêkirin, bi tîmên tenduristiyê re bûn alîkar û birîndar derman kirin.

Tevî vê rewşê jî, perwerde nesekinîbû, dibistan veguherîn cihên fêrkirina zimanê dayikê.

DESTKEFTIYÊN BERXWEDANÊ

Rihê şoreşger ê ku di nava şêniyên taxê de hate çandin, hişt ku hîn zêdetir destkeftiyan qezenc bikin, lewma bi şoreşê re parastina çandên civakê kirin û di sala 2012`an de Navenda Çand û Hunerê vekirin.

Di heman demê de ji bo parastina zimanê dayikê, li bajarê Helebê bi navê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) yekemîn sazî vekirin.

Piştî tax ji êrişan hate rizgarkirin, gelek sazî û meclisên gel hatin vekirin, êdî ji wê demê û şûn ve gel xwe di nava komînên li taxê de bi rêxistin kir.

Ji bo xizmetê, navendên wekî Şaredariya Gel, Meclisa Tenduristiyê û li 3 taxan nexweşxane û navendên tenduristiyê ava kirin, her wiha ji bo pêwîstiyên civakê dabîn bikin, saziyên cuda hatin vekirin.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Giştî ya Taxa Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê Mihemed Şêxo axivî û got: "Piştî şêniyan berdêl dan, gelek destkeftî bi dest xistin, li hemberî siyasetên komploger serkeftin raber kirin û niha di nava jiyaneke hevbeş de dijîn û xwe bi rêxistin dikin."

(fr-eh)

ANHA