'Ramanê rêbertî ji hemû gelên Rojhilata Navîn re kilîta azadî ye'

Jinên siyasetmedar diyar kirin ku dewleta Tirk tecrîdeke giran li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye da ku nehêle fikirê wî yê ku ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî ye belav bibe. Jinan gotin: "Ramanê rêber Ocalan ji hemû gelan  re kilîta azadî û aramiyê ye."

'Ramanê rêbertî ji hemû gelên Rojhilata Navîn re kilîta azadî ye'
13 kanûn, 2020   08:55
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Dewleta Tirk tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan giran kiriye û daxwaza parêzer û malbatê ya ji bo serdana wî red dikin. Li hemberî vê yekê bertekên  pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

'RAMANÊ OCALAN JI PIRSGIRÊKAN RE ÇARESERÎ YE'

Nûnera Jinana a Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Îxlas El-Heco diyar kir ku sedema tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan girêkên derûnî yên dewleta Tirk ên li hemberî kurdan e û got: "Tirkiye dixwaze armanc û destkeftiyên gelê Kurd tune bike, ji ber vê yekê tecîda li dijî rêber Abdullah Ocalan girantir dike da ku fikir û felsefeya wî ku ji pirsgirêkê û aloziyên Rojhilata Navîn re çareserî ne, belav nebin."

Îxlas El-Heco da zanîn ku armancên Tirkiyê dê pêk neyên, ji ber fikirê rêbertî li ser bingehên binirx hatiye avakirin dê nikaribe pêkhateyan ji vê felsefeyê dûr bixe.

Îxlas El-Heco bang li hikumetên Ewropa, raya giştî, saziyên civaka sivîl û rêxistinên mafên  mirovan kir  ku li dijî tecrîdê bikevin tevgerê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Binpêirinên dewleta Tirk ên li dijî rêbertî ji bo hemû aliyên bêdeng şermek e. Ez ferdek ji pêkhateyên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahî siyasetên plankirî yên li ser rêber Ocalan têne meşandin, şermezar dikim."

'FIKIR Û FELSEFEYA RÊBERTÎ LI ROJHILATA NAVÎN BI BANDOR IN'

Endama Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Îbtîsam Mistefa jî got ku rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Rojhilata Navîn fikirê xwedî rol e, ji ber rêgeza biratiya gelan di nava civakê de bi cih kir û civak ji bindestiyê rizgar kir.

Endama Rêveber a Nivîsgeha Jinan a Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê Heyfaa Mehmûd destnîşan kir ku ramanê rêber Abdullah Ocalan li ser bingeha rêzgirtina ji azadiyan re hatiye avakiri û ev raman li tevahî cîhanê xwedî roleke bi bandor e.

Heyfaa Mehmûd destnîşan kir ku ramanê Ocalan bandor li civakên Rojhilata Navîn kir ji ber ku tecrîdeke giran li dijî wî ferz kirine.

Endama Rêveber a Nivîsgeha Jinan a Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê Heyfaa Mehmûd di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Rojhilata Navîn dibistana neteweya demokratîk e, di parêzname û nameyên xwe de awayê azadî, berxwedan û çawaniya bidestxistina mafên nîşan daye, da ku gel li hemberî binpêkirin û dagirkeran bisekinin. Di encamê de fikrê rêbertî ji bo hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn rêya aramiyê ye."

(eh)

ANHA