Ayşe Acar Başaran: Di ser jinan re dixwazin gelê Kurd teslîm bigirin

Ayşe Acar Başaran der barê rûdana li Kercewsa Batmanê de got, ev rûdana ku bûye mijara çapemeniyê îdiayeke gelekî cidî ye û divê teqez bête lêkolînkirin. Lê mixabin partiya desthilatê şûna vê îdiayê lêkolîn bike û bi ser bûyerê de biçe, mîna gelek bûyerên bi vî rengî kesên dixwazin bûyerê ronî bikin kirine armanca êrişên xwe.  

Ayşe Acar Başaran: Di ser jinan re dixwazin gelê Kurd teslîm bigirin
13 kanûn, 2020   06:42
NAVENDA NÛÇEYAN-ZÎLAN DERSÎM

Li Bakurê Kurdistanê li gundekî bi ser navçeya Kercewsê ya Batmanê bi îdiaya destdirêjiya cinsî li keçikeke 15 salî hatiye kirin, lêpirsînek hate destpêkirin. Piştî ku ev bûyer li ser çapemeniyê belav bû li ser medyaya civakî hashtekek bi navê #GercüşteNelerOluyor (Li Kercewsê çi diqewime) hate destpêkirin û gelek deng veda. Di 5’ê kanûnê de JINNEWS’ê bi sernavê “Lêpirsîna destdirêjiya Kercewsê: Çawiş, polîs, qoricî 27 kes hene” bûyer ji xwînerên xwe re ragihand lê weşana vê nûçeyê hate astengkirin. Hate diyarkirin ku keçikê di 12’ê Mijdarê de der barê bûyerê de giliyê xwe li Dozgeriya Komarê kiriye, destnîşan kiriye ku destdirêjî li wê bûye û di encamê de ducanî maye.  

Parlamentera Batmanê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran der barê mijarê de bal kişand ku li Kurdistanê van demên dawîn gelek rûdanên tarî diqewimin û da zanîn ku ev bûyerê tesaduf nîn in û got ku ji roja desthilata AKP’ê hatiye ser kar vir ve ye siyaseteke ser binemayê zihniyeta baviksalariyê dimeşîne.  

Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran der barê rûdana destdirêjiyê de bal kişand ku ev destdirêjîyên weha bi awayekî sistematik têne kirin, şîdeta dijî jinan polîtîk e û ji aliyê desthilatdariyê ve bi dilxwazî tê kirin û weha axivî, “Îro li Tirkiye û lig elek deverên dinyayê li dijî siyaseta baviksalarî û hegemon denge têkoşîna jinan bilind dibe. Dijî van êrîşan hêzeke me ya xweparastinê heye, ew jî têkoşîneke kolektîf û xurtkirina rêxistinbûnê ye.”    

Li Kercewsa Batmanê rûdana destdirêjiya li keçikekê hate rojevê. Der barê naveroka vê rûdanê de çi agahî li ber destê te hene?

Mixabin li ber destê me ji naveroka dosyayê tu agahî nîn in, agahiyêm ber destê me agahiyên derve ne û îdiayên ser çapemeniyê ne. Der barê bûyerê de biryara dadgehê a destnedanê heye, zehmet e em xwe bigihînin naveroka wê. Her weha kesên li derdora wê jî naxwazin der barê bûyerê de agahiyên berfireh belav bikin. Em nikarin xwe bigihînin keçik û malbata wê jî, lewra hemû agahiyên ber destê me pêzanînên derekî ne. 

BERSÛCÊN RÛDANÊ JI ALIYÊ RAYEDARAN VE TÊN PARASTIN

Hêzên asayîşa bajêr di daxuyaniya xwe ya parastinê de der barê bûyerê de aşkere kir ku fail tenê qoricî nîn in. Gelo tu vê daxuyaniya wan çawa dibînî?

Ev îdiaya li ser çapemeniyê belav bûye gelekî cidî ye û teqez divê lêkolîn li ser bêne kirin. Lê helwesta partiya desthilat wekî bûyerên mîna vê de şûna ku bi ser bûyerê de biçe, berevajiyê kesên bi ser bûyerê de diçin dike armanca êrişên xwe. Di bûyera Îpek Er de jî wisa kiribûn, wek tê zanîn Îpek ji aliyê çawiş Musa Orhan ve hatibû revandin û destdirêjî lê kiribû, di encamê de keçikê xwe kuşt. Ji ber helwesta raya giştî Musa Orhan hate girtin lê wezareta navxweyî bi daxuyaniya xwe piştgiriya Orhan kir û ew da berdan. Her weha jinên ku qîrîna Îpek Er ya di nameya xwe de hiştî bilind kirî bûbûne armanca êrişên îqtidarê. Her weha li Şirnexê jî di bûyera destdirêjiya zarokekê de rayedaran piştgiriya fail kiribûn û ser bûyerê nixumandibû û bersûc bêceza hatibûn hiştin.   

TECAWIZ, WEK AMÛREK ŞER TÊ BIKARANÎN

Gelo ev bûyerên vê dawiyê li Tirkiyeyê û bi taybetî li welatê Kurdistanê rû didin tesadif in an ev encama polîtîkayekê ne û di çarçoveya konseptekê de têne pêkanîn?

Bêguman rûdanên dawîn li Kurdistanê diqewimin ne mimkûn e bi tesadifê bêne pênasekirin. AKP ji roja hatiye ser hukmî û vir ve ye siyaseta baviklariyê dimeşîne. Jin li gorî siyaseta desthilatê hatine nirxandin û hatiye xwestin li gorî vê zihniyeta baviksalarî jinan di jiyana civakî û siyasî de bi cih bikin û li dijî jina azad profîla jina maqûl a navmalê hatiye bipêşxistin. Ev polîtîkaya xwe pêş xistiye û bi mekanîzmayên heyî jî xurtir kiriye. Ji pergala perwerdeyê heta siyasete, heta bi diyanetê di hemû saziyan de newekheviya jin û mêran hatiye bipêşxistin û ev ser navê dabînkirina malbatê hatiye meşandin. Ji ber siyaseta ser binemayê neyariya bi jinan re di nav jiyanê de tu cih li jinan hatşye bertengkirin û pêkutiya sincî li ser jinan hatiye şidandin. Ev 5 sal in bi MHP’ê re hevpeymaniyek ser binemayê dijberiya kurdan û çareseriya bi zora çekdarî li dijî kurdan hatiye sepandin, bi vê re dixwazin rejîmeke yekkesî bê avakirin, bi vê re mîlîtarîzm û baviksalarî bi pêş ve çûye. Li seranserê Tirkiyeyê şidet û neyariya cinsî li dijî jinan zêde bûye. Ligel vê li Kurdistanê rewş gelek kambaxtir bûye û mîna salên 90 bedena jinê wek qada şerî hatiye ragihandin. Ev pêvajo bi Gimgima Mûşê bi îfşakirina bedena Ekîn Van a şilf tazî dest pê kiriye û li gelek deveran dewam kiriye. Di berdewama vê politikaya êrîşkariya ser bedena jinan bi awayên cuda cuda xwe nîşan daye. Li bajar û cihên dorpêç û şer lê qewimî, li ser odeyên razanê yên jinan, nivîsên kirêt ên êrîşkariya cinsî hatine nivîsandin. Bi taybetî van demên dawîn tecawiz wek siyaseteke şer tê bikaranîn, ev beşek ji siyaseta desthilatê ye. Di şexsê jinan de dixwazin gelê Kurd teslîm bigirin.        

DIJÎ ŞÎDETÊ DIVÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR Û RÊXISTINÎ HEBE

Çima tundûtûjî û bûyerên îstîsmara cinsî zêde bûne? Bi vî rengî mimkûn e rê li ber şidet û îstîsmara zayendî were girtin?

Tundiya dijî jinan fênomeneke siyasî ye û girêdayî tercîhên desthilatdaran in. Bi têkoşîneke bi biryar û bi rêxistinî mimkûn e ev êriş yeko yeko bêne têkbirin. Îro li Tirkiyeyê û lig elek deverên dinyayê têkoşîna jinan a azadiyê dijî zihniyeta yekkesî û baviksalarî bilind dibe. Dijî van êrişan xweparastina herî mezin, têkoşîna hevpar û rêxistinbûna jinan û civakê ye.   

ANHA