Malbatên şehîdan ji gelê Şengalê re: Em bi we re ne

Meclisa  Malbatên Şehîdan a kantona Qamişloyê diyar kir ku lihevkirina hikumeta Iraqê û PDK`ê ya li dijî Şengalê komplo ye û got “Em bi gelê Şengalê re ne.”

Malbatên şehîdan ji gelê Şengalê re: Em bi we re ne
12 kanûn, 2020   12:43
 QAMIŞLO

 

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişloyê îro der barê lihevkirina hikumeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li dijî Şengalê de daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî li Qada Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê ji hêla endamê Meclisa  Malbatên Şehîdan a kantonê Ubêd Atî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Meclisa  Malbatên Şehîdan ji komployên ku li dijî gelê Şengalê rû didin metirsîdar in. Armanca wan komployan, şikandina vîna gelê Şengalê û tunekirina tecrubeya xweparastinê û rêveberiyê ye.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên siyasî yên Kurdistanê hate kirin ku bi erkên xwe rabin û rê nedin ku ev komplo pêk were.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk û Kurdên ku tev li vê lihevkirinê bûne, armanc dikin ku Rojava dorpêç bikin û axa Kurdistanê parçe bikin da ku bi hêsanî siyasetên xwe lê bimeşînin.

Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: “Em piştgiriya berxwedana Şengalê dikin û heta dawiyê em ê mîrasa şehîdan û destkeftiyan biparêzin. Em ji gelê Şengalê re dibêjin em bi we re ne.”

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DDf8zLOToxM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>