Hêzên Rûsyayê li Colanê belav bûn

Ji ber metirsiyên rûdana rageşiyê li ser sînorê Îsraîl û Sûriyê, artêşa Rûsyayê hêzên xwe li ser xeta sînorê li Colanê belav kirin.

Hêzên Rûsyayê li Colanê belav bûn
12 kanûn, 2020   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Di vê dawiyê de piştî kuştina zanyarê nukleerî yê Îranê Muhsîn Fexrîzade berî du hefteyan, rageşiyên li herêmê zêde bûn. Îranê Îsraîl bi pêkanîna êrîşê tawanbar kir.

Rojnameya Îsraîl Hayom a Îsraîlê ragihand ku Rûsyayê hêzên xwe li Colanê li ser axa Sûriyê bi cih kirine ji bo ku rê li pêşiya êrişên Îsraîlê bigire.

Li gorî daxuyaniyên fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê û Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Moskovê biryara daye ku hêzên xwe bişîne girên Colanê û hêzên wê dê rasterast bi leşkerên Sûriyê re dewriyeyan li ser Xeta Biravo ya di navbera Îsraîl û Sûriyê de bimeşîne.

Ajansa RIA Novosti ya Rûsyayê jî ku agahiyên xwe dispêre fermandarekî Rûsyayê, da xuyakirin ku niha rahênanên hevbeş ên artêşên Rûsya û Sûriyê pêk tên.

(dm)