Ciwanên Reqayê bang li hikumetên Iraq û Hewlêrê kir ku rêzê ji vîna gelê êzidî re bigirin

Meclisa Ciwanan a Reqayê bi daxuyaniyekê lihevkirina Hewlêr û Bexdayê şermezar kir û got ev lihevkirin qirkirineke nû û peymaneke bazirganiyê li dijî gel e. Ciwanan bang li hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê kir ku rêzê ji vîna êzidiyan re bigirin û bang li ciwanan kir ku xwedî li Şengalê derkevin.

Ciwanên Reqayê bang li hikumetên Iraq û Hewlêrê kir ku rêzê ji vîna gelê êzidî re bigirin
12 kanûn, 2020   11:53
REQA

Bi dehan şêniyên Reqayê, nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, endamên rêxistinên civaka sivîl, hiqûqnas, endamên Rêveberiya Jinan a Reqayê û Tevgera Ciwanên Şoreşger tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Xeyda Ebdulrehîm daxuyanî li herêma El-Eqtan li bakurê Reqayê xwend.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku pêvajoya ku gelên herêmê tê re derbas dibin, pêvajoya tevlihevî û aloziyan e, dewletên zordest, dîktator û kapîtalîst siyasetên qirkirinê û çewisandinê li dijî pêkhateyan bi giştî û gelê êzidî bi taybet dimeşînin.

Ciwanan di berdewama daxuyaniya xwe de got: “Divê hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê rêzê ji helwesta êzidiyan re bigirin. Li şûna ku komployan li dijî Şengalê plan dikin, divê li hemberî siyasetên dewleta Tirk a faşîst bisekinin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aqtO-y7q3Nw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>