Partiya Yekitiya Suryan: Xîtaba Esed civaka Sûriyê parçe dike

Serokê hikumeta Şamê Beşar Esed li pêşiya nûnerên Wezareta Ewqafan a Sûriyê û behsa  gelê Suryan û Asûrên li Sûriyê kir. Partiya Yekitiya Suryan bersiva daxuyaniya Beşar Esed da û wiha gotin: "Xîtaba Beşar Esed civaka sûrî parçe dike û fitnayan derdixîne."

Partiya Yekitiya Suryan: Xîtaba Esed civaka Sûriyê parçe dike
11 kanûn, 2020   16:48
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Suryan daxuyaniyeke li ser malpera xwe weşand. Partiyê daxuyaniyên serokê hikumeta Şamê Beşar Esed a têkildarî gelê Suryan û Asûriyên li Sûriyê, şermezar kir û bang li gelê Suryan û Asûr  û tevahiya saziyên xwe kirin, ku  nasname û mafên xwe biparêzin.

Daxuyanî wiha ye:

"Rejîma Sûriyê û serokê xwe Beşar Esed hîn jî îtîrafa bi nasnameyên gelê Sûriyê yê resen nake, ji van nasnameyan, nasnameya gelê Suryan e. Ev yek dide diyarkirin ku înkarkirina mafên netew ê gelê Suryan û Asur ên li Sûriyê didomîne û hebûna wan tune dike. Ev siyaset heman siyaseta ku rejîma Sûriyê ji beriya 50 salî ve dimeşîne ye. Beşar Esed jî bi rêya xîtaba xwe ya li pêşberî nûnerên Wezarata Ewqafan a Sûriyê heman siyasetê didomîne û wê û bidomîne."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku xîtaba Esed nakeve xizmeta Sûriyê "Lê xizmeta beşekî ji civaka Sûriyê dike û vê yekê dixweze li ser hikum bimîne, bi vê siyasetê civaka Sûriyê parçe bike û fitneyan derxîne."

Partiya Yekitiya Suryan destnîşan kir ku daxuyaniyên Esed heqaret li gelê Suryan û Asûr û gelê Sûriya ya ku derguşa şaristandiya resen, belavkirina zanist û çandan ye û wiha domand: "Em girîngiya rola ereb, dîrok, çand û hebûna wan, her wiha rola kurd û netewên din ên li Sûriyê dijîn înkar nakin. Lê em li dijî projeya şofonist in ku mafên gelên din ên resen ên Sûriyê red dike. Ev li dijî qanûnên navneteweyî ne. Her wiha em dibînin ku israa rejîma Sûriyê di vê heşmendiyê de dihêle ku ji çareseriya siyasî ya li gorî danûstandinên Cinêvê ve gelekî dûr be. "

Partiyê di daxuyaniyê de got: "Ji bo pêkanîna armanc û daxwazên tevahî gelê Sûriyê di pêkanîna guhertina demokratîk û avakirina Sûriyeke demokratîk, pirrengî, ne navendî, pêkanîna wekheviyê di navbera hemû ol û netewan de, xebateke hevpar ji opozisyona demokratîk a Sûriyê pêwîst dike. Em bang li tevahî gelê xwe yê Suryan ê Asur û tevahî saziyên wê dikin ku nasnama û maf û hebûna xwe ya li ser xaka xwe ya dîrokî biparêzin."

(eh)

ANHA