​​​​​​​Çeteyên DAIŞ'ê li Xaneqînê êrişî pêk anîn: 5 kes birîndar bû

DAIŞ’ê êrişî gundekî bajarokê Gulale yê Xaneqînê kir. Di êrişî de 2 leşkerên Iraqê û 3 sivîl birîndar bûn.

​​​​​​​Çeteyên DAIŞ'ê li Xaneqînê êrişî pêk anîn: 5 kes birîndar bû
11 kanûn, 2020   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, li bajaroka Gulale ya Xaneqînê ya ser di Diyale DAIŞ’ê ya Iraqê êrişî gundê Îslah kir.

Berpirsê Asayîka Kokis Şemal Ebdulrehram eşkere kir ku çeteyên DAIŞ’ê 3 guleyên hawanê berdan gund û got ku di nava xaniyekê de ji heman malbatê 3 kes birîndar bû.

Ji hêzên leşkerên Iraqê çavkaniyekê ji Rojnews’ê re ragihand ku piştî êrişa hewana ya li ser gundê Îslah, di êrişa sekvanî ya çeteyên DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê birîndar bûn.