Îranê gazî sefîrê Tirkiyê kir

Piştî daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li Bakûyê, Wezareta Karê Derve ya Îranê gazî sefîrê Tirkiyê yê li Tehranê kir.

Îranê gazî sefîrê Tirkiyê kir
11 kanûn, 2020   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karê Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de got: "Daxuyaniyên Erdogan redkirî ne û mudaxeleya di kar û barên Îranê de ye, me ji Enqereyê xwest ku zelal bike."

Wezaretê got, Tehran wê nehêle tu aliyek yekitiya xaka wê bike armanc û ji bo parastina ewlehiya wê ya neteweyî wê bêdeng nemîne.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh (Pêncşemê) li herêma Bakû xîtabek li pêşiya artêşa Azerbaycanê da û helbest li ser herêma Aras xwendin. Aliyên Îranê nerazîbûn li hemberî xîtabê dan.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cewad Zerîf got, agahî ji Erdogan re nehat gotin ku helbest "Şaş dixwend" û got: "Xîtaba wî nîşaneya qutkirina herêma bakurê Arasê ji welatê maderî Îranê ye."

Zerîf li ser twîtterê got: "Ma Erdogan fêm nake ku li dijî serxwebûna komara Azerbaycanê diaxive? Tu kes nikare li ser Azerbaycana me ya ezîz biaxive."