Macron: Cezayên nû yên li dijî dewleta Tirk xuya dikin ku YE di vî warî de bi biryar e

Serokê Fransayê Emmanuel Macron destnîşan kir ku cezayên nû yên li dijî Enqereyê îsbat dikin ku Yekitiya Ewropayê li hemberî tevgerên dewleta Tirk ên li dijî ewlehiya Deryayê Spî bi biryar e.

Macron: Cezayên nû yên li dijî dewleta Tirk xuya dikin ku YE di vî warî de bi biryar e
11 kanûn, 2020   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê serokê Fransayê Emmanuel Macron îro got cezayên nû yên ku Yekitiya Ewropayê (YE) li hemberî lêgerîna dewleta Tirk a li gazê, xuya dikin ku YE êdî tu tevgerên li dijî ewlehiya Deryayê Spî qebûl nake.

Li gorî encamên lûtkeyê yên girêdayî dewleta Tirk, YE`yê kiryarên wê yên yekalî yên li rojhilatê Deryayê Spî şermezar kirine. Lê dîsa jî 3 meh dem dan dewleta Tirk heta ku dev ji kiryarên xwe berde, beriya ku cezayan lê ferz bikin.

(şx)