Nikos Dendias: Cihê ku dewleta Tirk lê be, pirsgirêk lê hene

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias ji ber rola wê ya neyînî li herêmê dewleta Tirk rexne kir û îşaret pê kir ku DYA, Fransa û dewletên din, dewleta Tirk wek pirsgirêkekê ji bo NATO`yê dibînin. 

Nikos Dendias: Cihê ku dewleta Tirk lê be, pirsgirêk lê hene
11 kanûn, 2020   11:25
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Cathimerini ya Yewnanistanê wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias got êdî dewletên din hêdî hêdî rastî êrişên dewleta Tirk tên.

Dendias di panelekê de axivî û got: “Êdî DYA û Fransa dewleta Tirk wek pirsgirêkekê ji bo NATO`yê dibînin.”

Dendias wiha domand: “Dewletên din hîna bi xetereya pirsgirêkê ya giştî nehesiyane, lewra bertekên wê li hemberî provokasyonên dewleta Tirk û êrişa wê dereng dimînin.”

Her wiha Dendias got “cihê ku dewleta Tirk lê be, pirsgirêk lê hene.”

(şx)