Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 15`an de ye

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan, ev 15 roj in greva birçîbûnê ya ya girtiyan dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 15`an de ye
11 kanûn, 2020   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan, girtiyên siyasî ji 27'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya ku di roja 15'an de ye bi koma sêyemîn dewam dike.

Girtî bi biryar in ku heta dawî li tecrîdê bê anîn wê berxwedana xwe bidomîn.

(cx)