Xwepêşndêr wê îro daxwaza hilweşandina hikumeta heyî bikin

Kongreya Dengê Nerazî duh bi rêya civîneke çapemeniyê bang li hemû gelê başûrê Kurdistanê kir ku dakevin qadan û daxwaza dawîanîna hikumeta heyî bikin.

Xwepêşndêr wê îro daxwaza hilweşandina hikumeta heyî bikin
11 kanûn, 2020   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Dengê Nerazî duh bang li hemû xelkê başûrê Kurdistanê kiribû ku îro li seranserê başûrê Kurdistanê xwepêşandanan li dar bixin. Derbarê armanca xwepêşandanên îro de, kongreyê daxuyaniyek weşand û got: “Tenê daxwazek me heye, ew jî dawîanîna vê hikumeta hizbî ye.”

Tê payîn îro di saet 13:30’an de Kongreya Dengê Nerazî li ber deriyê walîtiya Silêmaniyê xwepêşandanekê li dar bixe.

Kongreyê duh bang li hemû xelkê başûrê Kurdistanê kiribû da ku di heman saetê de li hemû navçe û bajarên başûrê Kurdistanê welatî dest bi xwepêşandanan bikin.

Kongreya Dengê Nerazî derbarê armanca banga xwepêşandanên li seranserî başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku daxwaza xwepêşandanên îro tenê xalek e, ew jî ‘Hemû pirsgirêkên siyasî, yasayî, îdarî û aborî, çavkaniya xwe ji cihekê digrin, ew jî xirabiya desthilatê ye.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Armanca sereke dawîanîna vê hikumeta hizbî ye. Pêkanîna hikumetek ji kesên serbixwe şareza ye. Em weke pêşengên xwepêşandanê, ti post û pile naxwazin. Tenê ziman, çav û wijdanê xelkê dibînîn. Dagirtina vê valehiyê bi awayekî rast, erka me ya sereke ye.”