ꞌDagirkerî dixwaze şaristaniya gelê Sûriyê biçewisîneꞌ

Hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilê Sûriyê, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên têkildarî parastina şûnwaran kir ku li hemberî kiryarên artêşa Tirk ên li dijî cihên dîrokî bisekinin û destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze şaristaniya gelê Sûriyê biçewisîne.

ꞌDagirkerî dixwaze şaristaniya gelê Sûriyê biçewisîneꞌ
11 kanûn, 2020   06:58
REQA-EHMED KIMYAN

Der barê sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de, Hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriêy Eyşê Recep axivî.

Eyşe Recep got: "Artêşa Tirk ji destpêka ku kantona Efrînê dagirkiriye, cihên dîrokî dikole da ku tune bike. Dewleta Tirk qanûnên navneteweyî yên ku îşaretê bi parastina van deveran dikin, binpê dike."

Eyşe Recep bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî ya ji sûcên dewleta Tirk re û wiha domand: "Piştî dewleta Tirk û çeteyên wê di 9`ê Cotmeha par de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirin, li gelek deverên dîrokî yên wekî Til Helef a li Serêkaniyê, Til Kefîfê û Sehlan ên li Girê Spî dest bi kolandinê kir. Her çi qasî kesên parastina van şûnwaran dikin bang li civaka navneteweyî kir, ku bi erka xwe rabin, lê dîsa jî bê deng ma."

Ajnasa me kiryarên kolandin û wêrankirina deverên dîrokê ku dagirkeran li kantona Girê Spî pêk anîne, belge kirin.  Li gorî belgeyan Til Dehlîz, Heşîşa, bajarê Far, Sebî El-Ebyet ê li Hemam a Tirkumen hatin kolandin.

Hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku şûnwarên dîrokî yên ku Tirkiyê wan ji herêmên dagirkirî yên Sûriyê direvîne, pir girîng in, ji ber  nasname û şaristaniya gelê  Sûriyê ku bi hezarên salan li ser vê xakê dijîn isbat dike.

Dewleta Tirk bi îdîaya avakirina nuqteyên leşkerî, dixwaze li van cihên dîrokî bikole, mînaka ku li girê Kefîfa ya kevnar e pêk aniye, di heman  demê de rê ji dizan re vedike ku van şûnwaran bidizin û bifiroşin bazirganên Tirk.

Hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eyşe Recep di dawiya axaftina xwe de bang li Rêxistina Zanista Perwerdehî ya Çandî û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) kir ku " Li hemberî van zêdegavî û binpêkirinên li dijî mîraseya şaristaniya gelên herêmên me bisekinin."

 (eh)

ANHA