Rêxistinên hiqûqî li ber avahiya NY'yê bêdengiya li hemberî sûcên Tirkiyê şermezar kir

Rêxistinên hiqûqî li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişloyê bi daxuyaniyekê bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî, şermezar kir.

Rêxistinên hiqûqî li ber avahiya NY'yê bêdengiya li hemberî sûcên Tirkiyê şermezar kir
10 kanûn, 2020   16:25
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, bi dehan rêxistin û saziyên mafên mirovan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşnya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişloyê kom bûn û bi daxuyaniyekê bal kişandin ser sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma daxuyanî xwend.

Evîn Cuma got: "Tevahî cîhan 10'ê Kanûnê, Roja Mafên Mirovan a Cîhanê pîroz dikin ku îtîrafa yekemîn a navneteweyî ye ku tevahî mirov xwedî maf in. Mafên mirovan pîvana hevbeş e ku divê tevahî gel û netew pêk bînin. Cara yekemîn ku mafên mirovan ên sereke ku divê tevahî cîhanê biparêze hate ragihandin. Ev ragihandin ji belgeya herî zêde ku hate çapkirin û wergerî zêdeyî 500 zimanên cîhanê hate kirin. Sedema pîrozkirina cîhanê vê rojê ew e ku li tevahî cîhanê di şerê cîhanê yê duyemîn de karesat û azar hatin dîtin. Ji ber vê yekê biryar hate dayîn ku mafên mirovan neyên binpêkirin.

Vê ragihandinê hişt ku çanda mafên mirovan were belavkirin û di çarçoveya qanûnên navneteweyî de were dayîn da ku ji tevahî gelan re bêyî cudabûna çand û welatan bibe destûrek."

Evîn Cuma destnîşan kir ku berjewendiyên navneteweyî di ser berjewendiyên mafên mirovan de hate girtin û wiha domand: "Tevî ku ev qanûn giştî ye û hemû dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî îmze kirin, lê nayê pêkanîn. Ev dide diyarkirin ku mafên gelan bi giştî tên binpêkirin û paşguhkirin û berjewendiyên dewletên mezin û şirîketên mezin di ser de têne girtin, anku şirketên ku gotinên mezin jî derbas dikin û aborî û pêşeroja gelan hikum dikin û destekê didin pergalên dîktator da ku  gelan têk bibin  û ajandeyên dewlet û şirîkan werin pêkanîn."

Evîn Cuma bal kişand ser berdewama aloziya Sûriyê û ev tişt got: "Aloziya Sûriyê dike ku derbasî sala xwe ya 11'emîn bibe. Ev aloziya mirovî roj bi roj gurtir dibe û yek ji karesatên herî mezin di sedsala 21'an de ye, ku hikumet û opozisyonê mafên mirovan bi awayekî hovane binpê dikin. Ev kareset bi kontrolkirina DAIŞ'ê fireheyek mezin a welatekî temam bû. DAIŞ'ê sûcên giran di şer de pêk anîne ku ji hişê mirovahiyê naçe. DAIŞ’ê mirov di qefesên hesin de şewitandin û êşkence kirin, jin revandin û di bazaran de firotin, koletiya zayendî pêk anîn û mîraseya şaristanî û mirovahiyê wêran kirin û şûnwar firotin."

TIRKIYÊ Û ÇETEYÊN WÊ MAFÊN MIROVAN BINPÊ DIKIN

Endama Rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma îşaret bi sûcên dewleta Tirk a  dagirker û çeteyên wê yên binpêkirin û xirabkirina nirxên mirovahiyê kir û wiha pê de çû: "Piştî ku DAIŞ'ê ji aliyê leşkerî ve bi bin ket, li pey xwe bandoriyeke pir mezin hişt, jin bî hiştin, zarok sêwî kirin û ji ber sûcên qirêj ku pêk anîne mirov birîndar û astengdar bûn. Karesata li Sûriyê li vir ranewestiya, lê belê artêşa Tirk û komên girêdayî wê yên bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê hatin, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Sûcên van ji yên DAIŞ'ê ne cuda bûn. Ev sûc ji êrişên nerewa li dijî ewlehiya herêmê û serxwebûna wê ya siyasî dest pê kir û bi sûcên şer, qirkirina komî û sûcên dermirovî dewam kir. Ev sûc di rapora Komîteya Lêpirsînê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî ya derbarê Sûriyê de hatin eşkerekirin ku di 4'ê Îlona 2020'an de radestî Konseya Mafên Mirovan hate kirin."

Di daxuyaniyên de sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên ku dagirkirine pêk tînin wiha hatin rêzkirin:

"Sûcên revandinê û nêzîkatiyên tund li dijî şêniyan, îşkencekirin, talankirina mal û milkên sivîlan, wêrankirina çandê, koçberiya komî, guhartina demografî, penabertî, qetilkirin, darvekirina meydanî mîna bidarvekirina siyasetmedara Kurd û Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û hevrêyên wê, rewş li gel pandemiya berbelavbûna vîrusa Koronayê, hatina zivistanê, rewşên dijwar ên koçberên li kampan û qutkirina avê li ser zêdetirî milyoneke sivîlên Hesekê, kambaxtir kir."

Rêxistinan bêdengiya navneteweyî li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ên alîgirên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li NY’yê, tevahî deste û rêxistinên pêwendîdar ên girêdayî mafên mirovan kir ku li gorî van xalan tevbigerin:

"-Dagirkirina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re, bi dawî bikin.

-Divê vegereke ewle ji koçberên Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û tevahî herêmên dagirkir re li herêm û malên wan re pêk were.

-Divê komîteya belgekirina rastiyan der barê sûcên şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên de, bê şandin.

-Divê berpirsên binpêkirin û sûcên li dijî şêniyên herêmê bên cezakirin.

-Divê dergeh bên vekirin û alîkariyên mirovî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bên şandin.

Em bang li tevahî aliyên şer dikin ku li hember parastina sivîlan rêzdar bin, divê tevahî girtiyên li gel hemû aliyan bên berdan û ji nû ve ji aliyên derûnî û bedenî ve bên perwerdekirin, divê zarok di şerên çekdarî de neyên bikaranîn. Divê alîkariyên mirovî ji kampên penaber û koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bên dabînkirin, ji ber dorpêç û aloziyek bi sedema girtina dergehên sereke hene.

Li aliyekî din jî bang dikin ku divê çareseriyeke mayînde ji krîza Sûriyê re were dîtin, da ku tevahî pêkhate li gorî serweriya qanûn û mafên mirovan mafên xwe bi dest bixin. Ji ber heke mafên mirovan tune be, wê demê tevahî di xeteriyê de ne."

Rêxistinên ku daxuyanî îmze kirine ev in:

Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê

Rêxistina Mafên Mirovan a Reqayê

Rêxistina Mafên Miroavn a Efrînê

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan

Meclisa Jinan a Sûriyê

Qada Civakî

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan

-Komeleya Aştiyê ya Mirovahiyê

-Saziya Jinên Oldar

-Tora Fermandarên Jin a Aştiyê

-Rêxistina Stêr a Geşkirinê

-Rêxistina Şems a Pêşxistin û Geşkirinê

-Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê.

-Weqfeya Jina Azad a Sûriyê

-Komeleya Sawişka.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UWXELMppfyY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>