Li ser asta navneteweyî, encamên diyalogên Lîbyayê hatin pêşwazîkirin

Serokatiya hevbeş a koma xebatê ya girêdayî qanûna navneteweyî ya mirovî û mafên mirovan sozên ku beşdarên komxebata diyaloga siyasî ya lîbyayî dabûn, pêşwaz kirin.

Li ser asta navneteweyî, encamên diyalogên Lîbyayê hatin pêşwazîkirin
10 kanûn, 2020   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşdaran di diyaloga siyasî ya lîbyayî de li ser nexşrêyekê li hev kir, tê de hat gotin ku divê mafên mirov û parastina wan bê xurtkirin, rewşa tevahî kesên zirar ji şerê li Lîbyayê dîtiye, baş bibe, di navbera jin û mêr de wekhevî hebe. Her wiha beşdaran bang li lihevkirineke giştî ya nîştimanî ku xwe dispêre rêgezên edaletê kir.

Komê di daxuyaniyê de got ku rêzgirtina li hember qanûna navneteweyî ya mirovî û mafên mirovan divê di cewhera aştiya li Lîbyayê de be. Divê tevahî hevgirtî bin, da ku vê yekê pêk bînin. Her wiha beşdaran bi rêya daxuyaniyê pişrast kir ku başbûna rewşa jiyanî ya kesên zirar ji ber şerê li Lîbyayê dîtiye, xweparastina dabînkirina aştî û pêkanîna mafên bingehîn ji hemûyan re ye.

Hat destnîşankirin ku 75  beşdarên komxebata diyaloga siyasî ya li Lîbyayê ku di 9 heta 15’ê Mijdarê li Tunisê de li dar ketiye li ser nexşerêyekê li hev kir. Ew jî xurtkirina mafên mirov û parastina wê, wekheviya di navbera mêr û jinan de û bangên lihevanîna nîştimanî ya giştî ya ku xwe dispêre rêgezên edaletê.

Di demeke berê de endamên payebilind ên ji civaka sivîl a Lîbyayê, nexşerêyek ji bo rêzgezên mafên bingehîn ên pêkanîna aştiya mayînde, danîn.

Ev xebata siyasî ya niha piştî çend salên şer pêk hat. Bi wê re jî mafên mirovan û serweriya qanûnê kêm bû. Li aliyekî din jî sûcdar nedihatin cezakirin.

Li gel wê jî, serokên beşdarî koma xebatê bûne, alîgiriya bangên lîbyayan a pêkanîna tevahî sozên girêdayî mafên di nexşrêyê de hatin dayîn, kir. li kêlek wê jî pêdivî bi xurtkirina rêzgirtina qanûna navneteweyî ya mirovî û mafên mirovan mîna parçeyeke ji agirbestê, heye. Ji wê zêdetir jî divê gotinên nefret û provaksiyonên li ser tundiyê tune bin.

Di diyalogên siyasî de hat misgorkirin ev yek pêwîstiyeke ji bo piştgiriya beşdaran ji civaka sivîl, jin û ciwan li her deverê Lîbyayê û parastina mafên çînên lawaz e, her wiha bi armanca piştgiriya paneber, koçber, revandî û malbatên windayan.

Serokatiya hevbeş a koma xebatê hişyar kir ku çi xebateke siyasî mafên mirovan geş neke dê çarenûsa wê di dawiyê binketî be û wiha bi dawî: "Lîbyayî bang li pêkanîna mafên mirovan kir ku ew metoda guncaw a pêkanîna aştiya mayînde ye. Ji lew re divê rêveberên welat û hevbendiyên Lîbya yên neteweyî piştevaniya wan bikin.

(fr)

ANHA