Li Helebê têkildarî hevjiyana azad û malbata demokrat panelek hate lidarxistin

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Helebê panelek li ser hevjiyana azad û malbata demokrat li dar xist.

Li Helebê têkildarî hevjiyana azad û malbata demokrat panelek hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî hevjiyana azad û malbata demokrat panelek hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî hevjiyana azad û malbata demokrat panelek hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî hevjiyana azad û malbata demokrat panelek hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî hevjiyana azad û malbata demokrat panelek hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî hevjiyana azad û malbata demokrat panelek hate lidarxistin
10 kanûn, 2020   16:43
HELEB

Di çarçoveya rêzeçalakiyên hemleya "Ji qetilkirina jinan re êdî bes e" de, Meclisa Jinan a PYD`ê li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê panelek li dar xist.

Panel li hola civînan bi beşdariya kesayetên siyasî, partiyan, serbixwe û nûnerên saziyên sivîl hate lidarxistin.

Panel bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Emîn Elîko û endama rêveber a partiyê Nêrgiz Bekir mijarên panelê "Hevjiyana azad û malbata demokratîk" şîrove kirin.

Di panelê de behsa bandora demokratiyê li avakirina sîstemeke demokrat ku mafên hemû ferdên malbatê mîsoger dike, hate kirin. Hate gotin: "Yek ji şertên jiyana sereke divê zindîkirina têkiliyên jin û mêr bi awayekî dirust e. Divê jin rola xwe ya sereke û pêşeng di avakirina civakê de xurt bike da ku rêgeza malbata demokratîk û hevjiyana azad mîsoger bibe."

Paşê beşdaran têkildarî hevjiyana azad de nêrînên xwe parve kirin.

Tevahiya beşdaran îşaret pê kirin, ku di pêvajoya şer de jinên Sûriyê gelek zor û zehmetî dîtin, lê dîsa jî isbata xwe kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d1uc-B0JU20" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>