DAIŞ`ê li Meyadînê êrişî baregeheke ‘Artêşa Pasdaran’ a Îranê kir

Di êrişeke DAIŞ`ê de li çolistana Meyadînê ya Sûriyê gelek endamên hêzên alîgirên Îranê hatin kuştin.

DAIŞ`ê li Meyadînê êrişî baregeheke ‘Artêşa Pasdaran’ a Îranê kir
10 kanûn, 2020   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) çeteyên DAIŞ`ê vê sibehê êriş bir ser baregeheke leşkerî ya Artêşa Pasdaran a Îranê li herêma Ciwêf a li çolistana Meyadîn a li rojhilatê Dêrazorê.

Navendê piştrast kir ku di şer de ku piştî êrişê pêk hatiye, 9 endamên herêmî yên Artêşa Pasdaran û 2 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Têkildarî heman mijarê hêzên hikumeta Şamê sewqiyatên leşkerî şandin herêma ku bûye hedefa êrişa DAIŞ`ê.

(şx)

ANHA