Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Sîstemên zordest mafên mirovan binpê dikin

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got “Tevî ku piraniya welatên cîhanê Roja Mafên Mirovan pejirandiye jî, lê belê bendên danezanê ji aliyê sîstemên zordest ve tên binpêkirin. Bûyerên li Sûriyê ji beriya 10 salan ve diqewimin, vê rastiyê piştrast dikin.”

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Sîstemên zordest mafên mirovan binpê dikin
10 kanûn, 2020   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Her sal di 10`ê Kanûnê de welatên cîhanê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê pîroz dikin. Ev roj di sala 1948`an de ji aliyê Lijneya Giştî ya NY`yê ve hate pejirandin û bi erêkirina hemû endaman di 1950`î de bi awayekî fermî hate ragihandin.

Ew yek destkeftiyeke mezin a NY`yê bû, ji ber ku mafên siyasî, sivîl, aborî, civakî û çandî yên hemû mirovan hatin mîsogerkirin. Tevî ku piraniya welatên cîhanê tev li wê yekê bûn jî, lê belê hîna mafên mirovan tên binpêkirin û bendên wê danezanê ji aliyê sîstemên zordest ve tên binpêkirin.

Bûyerên li Sûriyê ji beriya 10 salan ve rû didin, piştrast dikin ku tespîtkirina mafan di peyman û biryaran de têrê nake, lê belê divê ji binpêkirinê bên parastin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dagirkeriya Tirk û komên terorîst ên girêdayî wê ve bi taybetî li bajarên dagirkirî, mafên mirovan hatin binpêkirin û sûcên wekî kuştin, revandin, talankirin, koçberkirin û qutkirina avê ji ser nîv milyon mirovî, pêk hatin. Civaka navneteweyî ku ew maf rewa kirine, li hemberî wê rewşê bê deng ma, ne hesab xwest û ne sûcdar darizandin.

Wek Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bang li rêxistinên jinan û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî hêzên zordar ku mafên mirovan binpê dikin, hevgirtî û yekdest bin, her wiha sûcdar û kesên ku van mafan li cîhanê û Sûriyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, binpê dikin, radestî dadgehên navneteweyî bikin û wan darizînin.”

(cx)

ANHA