Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Girkê Legê: Rêzê ji vîna êzidiyên li Şengalê re bigirin

Partiyên siyasî yên li navçeya Girkê Legê û saziyên sivîl ên navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku tunebûna vîna gelê Şengalê û rêveberiya wî di lihevkirina girêdayî Şengalê de nayê qebûlkirin.

Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Girkê Legê: Rêzê ji vîna êzidiyên li Şengalê re bigirin
10 kanûn, 2020   13:05
QAMIŞLO

Partiyên siyasî yên navçeya Girkê Legê têkildarî lihevkirina girêdayî Şengalê ya di navbera hikumeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de daxuyanî da.

Endamê Rêveberiya Giştî û gerînendeyê Nivîsgeha Ciwanan a Partiya Nûjen a Demokratîk Elî Nayil li pêşiya nivîsgeha partiyê ya li navçeyê, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Partiyên siyasî lihevkirina di navbera Bexda û hikumeta Başûrê Kurdistanê de ya ku dê çaranûsa şêniyên Şengalê û gelê êzidî diyar bike û vîna wan paşguh bike, red dikin. Gelê Şengalê ji bo tunekirina terora DAIŞ`ê bi sedan şehîd dan, di demekê de ku hikumetên Bexda û Başûrê Kurdistanê ew di nava terora DAIŞ`ê de hiştin."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku partiyên siyasî vê lihevkirina ku vîna gelê Şengalê û rêveberiya wê paşguh dike, qebûl nakin û divê şêniyên Şengalê xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin.

Partiyên ku tev li daxuyaniyê bûne, ev in: Partiya Nûjen a Demokratîk li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Çepgir a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Aştiya Demokratîk, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê, Partiya Muhafizan a Demokrat, Partiya Yekitiya Lîberal a Kurdistanê û Partiya Wîfaq.

Têkildarî heman mijarê karmendên Şaredariya Gel a Tirbespiyê bi daxuyaniyekê lihevkirina hikumeta Hewlêr û Bexdayê şermezar kir û diyar kir ku ev lihevkirin berdewama komployên li dijî gelê êzidî ye. Cîgirê hevserokatiyê Nesîm Murad daxuyanî li pêşiya avahiya şaredariyê ya li navçeyê xwend.

Karmendan di daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku rêzê ji vîna gelê Şengalê re bigirin û piştrast kir ku ew bi gelê êzidî re ne.

(şx)

ANHA