`Sûcên dewleta Tirk a dagirker tevahiya qanûnên navneteweyî binpê dikin`

Rêxistinên civaka sivîl ên Minbic û Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin û got dewleta Tirk tevahiya qanûnên navneteweyî binpê dike.

`Sûcên dewleta Tirk a dagirker tevahiya qanûnên navneteweyî binpê dikin`
10 kanûn, 2020   13:00
 MINBIC-TEBQA

Rêxistinên civaka sivîl ên Minbic û gundewarên wê û bajarê Tebqayê bi daxuyaniyên cuda êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Serokê Yekitiya Endezyaran endezyar Îsmaîl Qitwan daxuyanî li pêşiya navenda yekitiyan a li ser rêya Helebê xwend. Endamên rêxistinên parêzer, endezyar, rewşenbîr û bijîşkan tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JjtZVKAb9OM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Tebqayê jî, serokê Kooperatîfa Cotkaran a Cirniyê Ehmed Cedoî daxuyanî li pêşiya avahiya rêxistinên civaka sivîl a li Taxa Duyemîn a bajêr xwend.

Di her du daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna xewna Osmanî rêgeza kuştin, wêranî, teror, dagirkirin û guhertina demografiya herêman didomîne û tevahiya qanûnên navneteweyî û lihevkirinên agirbestê binpê dike.

Her wiha hate diyarkirin ku li gel israra dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmê, sûcên hovane li dijî gelê Sûriyê bi giştî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet pêk tîne, herî dawî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî di 9`ê Cotmeha 2019`an de.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uZwin0xSh2k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di berdewama daxuyaniyan de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk ji çend rojan ve li pêşiya çavê hêzên Rûsyayê yên li herêmê û bêdengiya biguman, êrişî navçeyê Eyn Îsayê dike. Di encamê de gelek sivîl hatin kuştin û gelek ji wan koçber bûn. Dewleta Tirk bi van êrişên xwe tevahiya qanûnên navneteweyî binpê dike.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QDQp0h8qIuU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Her wiha di daxuyaniyan de rêxistinên civaka sivîl soza piştigiriya gelê herêmê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) da.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li dewletên ku di aloziya Sûriyê de bi bandor in, nexasim DYA û Rûsyayê wek garantorên ewlehiyê li herêmê hate kirin ku rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk ên hovane û çeteyên wê bê girtin.

 (şx)

ANHA