Piştî Basûfanê, çeteyan gundê Biyê yê Şêrawayê dorpêç kir û 15 sivîl revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji beriya çend rojan ve gundê Biyê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê ya dagirkirî, dorpêç dikin. Çeteyan gelek sivîlên ji gund revandin û telefonên şêniyên gund desteser kirin da ku kiryarên wan li dijî sivîlan neyên eşkerekirin.

Piştî Basûfanê, çeteyan gundê Biyê yê Şêrawayê dorpêç kir û 15 sivîl revandin
10 kanûn, 2020   12:55
ŞEHBA

Çavkaniyên ji gundê Biyê (2 km dûrî gundê Basûfanê) ragihand ku çeteye Firqeya El-Hemzet gund dorpêç kir û nahêlin ku şênî bikevin gund an jî jê derkevin, her wiha 15 sivîlên gund revandin.

Li gorî çavkaniyan navên sivîlên ku ji aliyê çeteyên El-Hemzet û îstixbarata dewleta Tirk ve hatine revandin, wiha ne: Omer Hesen Xelo, Mûsa Elî, Nasir Omer, Hecî Îbrahîm, Seîd Ehmed, Rolat Seîd Ehmed, Îbrahîm Mûsa Elî, Cemal Behrî, Izet Behrî, Ehmed Mihemed Mehmûd, Mehmûd Sebrî Hemo, Mihemed Hesen Xelîl, Merwan Hecî Osman, Mihemed Mistefa Mamo, Mistefa Osman Mehmûd.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku hejmareke mezin a sivîlên ku ji gund hatine revandin, lê ji ber ku îstixbarata dewleta Tirk telefonên destan ên şêniyan desteser kirine û gund dorpêç kirine, wan nikarîbû navên wan bi dest bixin.

Dorpêçkirina gundê Biyê hemwextî dorpêçkirina gundê Basûfanê ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên Firqeya El-Hemzet û çeteyên din ve, pêk tê.

(cx)