Parlementerên di grevê de: Em ê helwestên din jî nîşan bidin

Parlementerên başûrê Kurdistanê ku duh ji bo piştgiriya destekdayîna xwepêşandêrên li başûrê kurdistanê ketibûn grevê çalakiya xwe didomînin. 

Parlementerên di grevê de: Em ê  helwestên din jî nîşan bidin
10 kanûn, 2020   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistan ku dest bi grevê kirine, ragihandin ku serokatiya parlamentoyê ji bo wan astengiyan derdixe û gotin ku ew ê dawî li çalakiya xwe neynin.

Komek parlamenterên Parlamentoya başûrê Kurdistanê ev du roj in ji bo piştgiriya xwepêşandêrên başûrê Kurdistanê li parlamentoyê ketin grevê. Parlamenteran têkildarî çalakiya xwe peyamek bi dîmen dan. Di peyama xwe de diyar kirin ku li ku dera cîhanê hatiye dîtin ku parlamento temaşevan be û li ser rewşa niha ya heyî bê helwest be.

Li ser navê 15 parlamentrên dest bi grevê kirine, Ebûbekir Helednî, serokatiya parlamentoyê rexne kir û diyar kir ku serokê parlemantoyê ji bo wan astengiyan derdixe û rê nade ku  dengê xwe bigihînin ragihandinê û got ku pêwîst bû Serokatiya Parlamentoyê hemû pêwîstiyên vê grevê pêşwazî bikiraya.

Helednî destnîşan kir ku heta çalakiya wan negihêje aramnca xwe wê dawî lê neynin û da zanîn ku ew ê di bernameya xwe ya demên pêş de helwestên din raber bikin û got;”Hêvî dikim ku parlamenterên din bêdengiya xwe bişkînin û piştgiriya me bikin. Ev helwest ji bo piştgiriya şeqama Kurdî ye. Li beramberî rijandina xwîna ciwanên Kurd wan dest bi çalakiyeke bi edalet kiriye. Çawa di dema parlemantoyê ya destpêkê de parlementeran  li hemberî şerê navxweyî dest bi grevê kirin, me jî wiha li beramberî rijandina xwîna ciwanan û leşkerkirina bajaran, girtina çalakvanên sivîl, bêdengkirina kolanan û bêdengbûna parlemantoyê helwest nîşan daye.”

Parlementerên ku ketine grevê ev in:

Şeyan Eskerî / Tevgera Goran

Sîrwan Baban / Serbixwe

Şîrîn Kawa Germiyanî / Tevgera Goran

Elî Heme Salih / Tevgera Goran

Osman Elî / Komeleya Îslamî ya Kurdistanê

Tupak Imad / Komeleya Îslamî ya Kurdistanê

Ebubekir Helendî/ Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê

Heliz Botanî / Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê

Mislim Abdullah / Komelya Îslamî ya Kurdistanê

Omer Gulpî / Komeleya Îslamî ya Kurdistanê

Aşna Abdullah / Tevgera Goran

Dana Mihemed / Tevgera Goran

Diyarî Enwer / Tevgera Goran

Rizgar Heme Nigreyî/ Tevgera Goran

Celal Mihemed Emîn / Tevgera Goran

Li başûrê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî nedana mûçe û rewşa xirab ya herêmê dewam dikin. Bi rojane xelkê herêmê li qadan e û daxwaza mafê xwe dikin. Heya niha di xwepêşandêran de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 54 kes jî birîndar bûne.