Zêd El-Eyûbî: Daxuyaniyên Erdogan berovajî gotinên wî ne

Serokê Navenda Erebî ya Karûbarên Stratejîk li Qudisê şêwirmend Zêd El-Eyûbî diyar kir ku Erdogan bi erkdarkirina balyozê nû li Israîlê wek xencerekê di pişta Filistîn û Qudis de ye. El-Eyûbî piştrast kir ku daxuyaniyên Erdogan û kiryarên wî bi tevahî nakok in.

Zêd El-Eyûbî: Daxuyaniyên Erdogan berovajî gotinên wî ne
10 kanûn, 2020   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêd El-Eyûbî di daxuyanî bi rêya e-email got: "Bi erkdarkirina balyozek nû yê Tirkiyayê li dagirkeriya Israîlê wek xencerek di pişta Filistîn û doza Qudisê ye û xelatek ji dagirkeriyê re ji ber sûcên wê yên li dijî gelê Filistînê ye."

El-Eyûbî piştrast kir ku daxuyaniyên Erdogan û kiryarên wî bi tevahî nakok in.

Çavkaniyekî îro sibê eşkere kir ku Tirkiyayê balozeyek nû li Îsraîlê hilbijart.

(dm)