Meclîsa Nûneran a DYE’yê pêşnûmeya (NDAA) li ser Tirkiyê sepand

Pêşnûmeya (NDAA) a li ser Tirkiyeyê di Meclîsa Nûneran a DYE’yê re derbas bû.

Meclîsa Nûneran a DYE’yê pêşnûmeya (NDAA) li ser Tirkiyê sepand
9 kanûn, 2020   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN 

Pêşnûmeya Qanûna Rayekirina Parastina Netewî (NDAA) ya buhaya 740 milyar dolar ku li xwe digire ya DYE ku ji bo li hember kirîna sîstema parastinê ya S-400 a Tirkiye ji Rûsyayê li Meclîsa Nûneran bi piraniya dengan hate derbaskirin.

Li Senetoyê jî eger ji sê paran du zêdetir bi piranî derbas bibe, mafê vetokirina pêşnûmeyê ya ji aliyê Serok Donald Trûmp ve jî tê rakirin.

Seneto dê di vê hefteyê de pêşnûmeyê têxe dengdanê.

Hinek ji pêkanînan wiha ne: Bidawîkirina desteka hawide-hinarde, nedayîna kredî ya ji saziyên darayî yên DYE û navneteweyî, nedayîna destûra rasterast a kirîn-firotinê ya Bankaya Navendî ya DYE a ji saziyên darayî û qedexekirina kirîn-frotina li ser dowîzê.