Şêniyên Efrînê piştgirî dan greva birçîbûnê ya girtiyan

Şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê piştgirî dan pêngava greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di girtîgehên rejîma Tirk de û gotin; çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi fikir û felsefeya rêber Ocalan pêkan e.

Şêniyên Efrînê piştgirî dan greva birçîbûnê ya girtiyan
9 kanûn, 2020   05:26
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Dewleta Tirk a pêşengtiya hikumeta AKP'ê binpêkirinên li dijî girtiyên siyasî rêber Abdullah Ocalan jî di nav de didomîne. AKP tecrîdeke girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û rê nade malbat û parêzeran ku hevdîtinan ligel pêk bînin.

Li hemberî vê tecrîdê, girtiyên siyasî yên di girtîgehên rejîma Tirk de 27'ê Mijdarê greva birçîbûnê ragihand.

Şêniyên kantona Efrînê yên li kantona Şehbayê têkildarî pêngava greva birçîbûnê ji ANHA'yê re axivîn.

Nesrîn Hemo ya li navçeya Ehrisê dimîne got, ramanên rêber Ocalan li ser esasê yekkirina hemû gelên Kurd, Ereb, Tirkman û Çerkez û çareserkirina pirsgirêkan wan e, li ser vê yekê dewletên desthilatdar û kapîtalîst hewl didin bi girtin û tecrîdkirina wan vê ramanê tune bikin.

Nesrîn anî ziman ku ew şêniyên Efrînê piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di girtîgehên desthilata Tirk de.

Reşîd Fatko jî bang li rêxistin û yekitiyên cîhanî kir ku destwerdanê bikin û tecrîda li ser rêberî bi dawî bikin.

Fatko da zanîn ku çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyê, Tirkiyê û gelemperiya Rojhilata Navîn bi fikir û ramanên rêbertî pêkan e û wiha domand: "Dewletên kapîtalîst ên li ser xwarin û xwîna gelên herêmê dijîn, çareserkirina van aloziyan naxwazin, lê belê aloziyên nû diafirînin û ji çareseriyan dûr dixînin. Niha tecrîdeke giran li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û nahêle tu kes serdana wî bike."

Fatima Mistefa jî bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku ji bo rakirina tecîrda girankirî ya li dijî rêber Ocalan bikevin tevgerê. Fatima piştgiriya xwe bi pêngava greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de nîşan dan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1NEE69hhjr8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>