​​​​​​​Hêvîn Îsmaîl: Rûsyaya garantor soza ku daye me, pêk neanî

Hevseroka kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl bang li Rûsyayê kir ku mîna dewleteke garantor sozên xwe pêk bîne, her wiha sozên ku Rûsya daye şêniyên Eyn Îsa û rûspiyên wê û pêk neanîne, rexne kir.

​​​​​​​Hêvîn Îsmaîl: Rûsyaya garantor soza ku daye me, pêk neanî
9 kanûn, 2020   01:31
EYN ÎSA

Hevseroka kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl li ser topbaranên bênavber ên dewleta Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsa û helwesta Rûsyayê, axivî.

Hêvîn Îsmaîl wiha got: "Rûsyaya garantor, yekalî ye û li ser tevahî êrişên li dijî navçeya Eyn Îsa û gundewarên bê deng e. Ligel wê jî ew garantorê agirbesta ku di peymana Sochiyê ya 22’yê Cotmeha par de, îmze kiriye."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane Eyn Îsa û gundewarên wê topbaran dikin. Ev topbaran ji nîvê Mijdara îsal ve zêde bûn, derdor û naverasta navçeyê jî tên topbarankirin. Di encama topbaranan de 4 sivîl hatin qetilkirin û 13 jî birîndar bûn, jê zarok û jin jî hene.

Hêvîn Îsmaîl wiha domand: "Ev topbaran binpêkirina tevahî qanûnên navneteweyî ne. Di encamê de tirs û xofek li gel şêniyên navçeyê çêkiriye û di rewşeke nearam de dijî, bi taybet piştî ku topbaran yekser li dijî navenda navçeyê pêk hatin."

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a 24’ê Mijdara borî de 3 malên sivîlên li taxa rojavayê navçeyê hatin armancgirtin. Di encamê de 3 sivîl birîndar bûn; jinek û 2 zarokên wê. Ji wê zêdetir jî Gerînendetiya Kehrebê ya li naverasta navçeyê jî hat armanckirin.

Hêvîn Îsmaîl da zanîn ku şênî, şêx û Rûspiyên herêmê, der barê bertekdayîna li ser topbaranên dewleta Tirk tevî bêdengiya Rûsyayê de, bê navber serdana baregeha Rûsyayê ya li nêzî Eyn Îsayê dikin.

Hêvîn Îsmaîl wiha destnîşan kir: "Di her carekê de Rûsya soz dide ku vê van êrişan rawestîne. Lê piştî serdana dawîn a şandeya ji şêniyan ji baregehê re bi çend saetan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zêdetirî 30 moşekî derdorê navçeyê topbaran kirin, li gel wê jî Rûsya bê deng bû."

Hevseroka kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl bang li civaka navneteweyî û Rûsyaya garantor kir ku der barê van êrişên barbarî yên li dijî navçeyê tev bigerin, ji ber heke berdewam kirin, dê pêlên koçberiya şêniyan çêbin.

(fr)

ANHA