ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09- 12-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09- 12-2020`AN
9 kanûn, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya navçeya Girkê Legê derbarê komploya hikumetên Bexda û Hewlêrê ya li dijî Şengalê de daxuyaniyekê didin, saeta 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê ji beriya salekê ve rojane êrişî navçeya Eyn Îsayê dikin. Ev êriş di nava bêdengiya Rûsyayê de pêk tê, ku garantora agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê piştgirî dan pêngava greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di girtîgehên rejîma Tirk de û gotin; çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi fikir û felsefeya rêber Ocalan pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Îsrafîl Mistefa bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku destwerdanê bikin da ku dewleta Tirk zeyta zeytûnên Efrînê nefiroşe dewletên rojavayî û piştrast kir ku ev li dijî şêniyên Efrînê sûcek e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji ber çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser êzidiyên gundê Basûfanê yê Efrîna dagirkirî ola Îsmalê ferz kir û wan jî red kir, çeteyan êzidî revandin. Ew yek jî angaşt û gotegotên qaşo Itîlafa Sûrî û piştevanê wê Erdogan eşkere dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Kobanê bal kişandin ser kêmkirina asta ava çemê Firatê li Sûriyê û rawestandina stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk ve û gotin: "Armanc ji vê planê temamkirina dagirkirina xaka Sûriyê û pêkanîna guhertina demografî ye. Ev plan çawa berê têk çûn wê dîsa têk biçin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Hevseroka kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl bang li Rûsyayê kir ku mîna dewleteke garantor sozên xwe pêk bîne, her wiha sozên ku Rûsya daye şêniyên Eyn Îsa û rûspiyên wê û pêk neanîne, rexne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Dayikên şehîdan mixabîniya xwe ji siyasetên PDK’ê re eşkere kirin û got: "Heke PDK siyasetên xwe yên dijberiyê neguhere, bila bizane ku dora wê jî tê û dijmin wê tesfiye bike. Divê PDK rêzê ji nirxên şehîdan re bigire."(BI WÊNE Û DÎMEN)

-MSD’ê li bajarê Hesekê û navçeya Dirbêsiyê panelekê li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan saet 11:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Apê girtiyê siyasî yê bi navê Luqman Îbrahîm got, desthilatên Tirk tevahî qanûnên navneteweyî yên taybet bi mafên girtiyan binpê kirin, li aliyekî din jî hemleya greva birçîbûnê silav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer diyar kir ku nûnertiya Rêveberiya Xweser li 8 welatan heye, her çendî îtîrafpêkirineke defacto hebe jî, êdî dem hatiye ku statûya Rêveberiya Xweser bi awayekî resmî bête pejirandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA