Malbata girtiyê li girtîgehên Tirkiyê, greva birçîbûnê silav kir

Apê girtiyê siyasî yê bi navê Luqman Îbrahîm got, desthilatên Tirk tevahî qanûnên navneteweyî yên taybet bi mafên girtiyan binpê kirin, li aliyekî din jî hemleya greva birçîbûnê silav kir.

Malbata girtiyê li girtîgehên Tirkiyê, greva birçîbûnê silav kir
9 kanûn, 2020   07:56
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Girtiyên siyasî yên PKK’ê û PAJK’ê yên di girtîgehên dewleta Tirk de di 27’ê Mijdara borî de greva birçîbûnê li dijî sûcên dewleta Tirk ên tecîra li dijî rêber Ocalan û binpêkirinên li dijî girtiyên siyasî ragihand.

Ji nav girtiyên siyasî Luqman Îbrahîm ê ji gundê Kerdîm ê girêdayî navçeya Tirbespiyê yê Qamişlo heye. Îbrahîm bi tawana tevlêbûna li nava PKK’ê di 1993’yan de hate girtin û desthilata Tirk Îbrahîm bir girtîgeha Semsûrê, piştî di 2007’an de veguhastin girtîgeha Polo ya li nêzî Stenbolê.

 ‘RÊXISTINÊN HIQÛQÎ, ÇAV LI SER SÛCÊN DI GIRTÎGEHÊN DEWLETA TIRK DE PÊK TÊN, DIGIRIN’

Girêdayî mijarê, apê Luqman Îbrahîm, Silêman Îbrahîm got, girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk di tevahî sûcan re derbas dibin, ew sûc jî binpêkirina tevahî qanûnên mafên mirovan ên cîhanê ne.

Silêman Îbrahîm da zanîn rêxistinên hiqûqî çav li ser sûcên dewleta Tirk ên di girtîgehan de digirin, her wiha tecrîda li dijî rêber Ocalan nîşaneya vê yekê ye.

Malbatên girtiyên li tevahî Kurdistanê bang li dewletên Ewropa û rêxistinên mafên mirovan dikin ku fişarê li dewleta Tirk bikin, da ku sûcên dermirovî yên li dijî rêber Ocalan û girtiyên siyasî rawestîne.

Der barê hemleya greva birçîbûnê de Îbrahîm diyar kir ku ew bertekeke xwezayî ye têkildarî sûcên li dijî wan û rêber Ocalan pêk tên û piştrast kir ku pêwîst e aliyên navneteweyî destwerdanê bikin.

Îbrahîm gotina xwe bi dawî kir ku dewleta Tirk bihaneyê bi pandemiya vîrusa Koronayê dike û serdana ji girtiyan re qedexe dike. Lê belê guman heye ku ew tiştekî çêkiriye û armanca wê jî qutkirina agahiyên wan e.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0JCnH9Jxg40" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>