​​​​​​​Şandeya NY'yê ya li Iraqê bûyerên li Silêmaniyê şermezar kirin

Şandeya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê tundiya ku li dijî xwepêşdanên li Silêmaniyê tê bikaranîn şermezar kir û ji desthilatdariyê xwest ku bê zext û tirsandinê azadiya nêrînan biparêze.

​​​​​​​Şandeya NY'yê ya li Iraqê bûyerên li Silêmaniyê şermezar kirin
8 kanûn, 2020   20:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP'ê ku agahiyên xwe spartine çavkaniyên tenduristiyê, hejmara kesên ku di xwepêşandanên li Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dan gihaşt 6 kesan û bi dehan kes birîndar bûn.

Ajansa Nûçeyan a Iraqê ragihand ku li Silêmanî, Helebçe, Raperîn û Germiyan qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Şandeya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê îro bi daxuyaniyekê  tundiya li Silêmanî şermezar kir û bang li desthilatan kir ku azadiya kombûn û nêrînan biparêze û got: " Pêwîste ku xwepêşandan aştiyane bin."

Di daxuyaniyê de hate gotin:"Divê destûr ji dezgehên ragihandinê re were dayîn da ku bê zext û tirsandin nûçeyan bişopînin. Divê dimildest lêpirsîn were destpêkirin da ku kesên li pey tundiyê werin diyarkirin û hesab ji wan were xwestin."