Gotegot û angaştên bêbingeh; Basûfana Êzidî mînaka wê ye

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Êzidiyên gundê Basûfanê yê Efrîna dagirkirî ola Îslamê ferz kir û wan jî red kir, çeteyan Êzidî revandin. Vê yek jî angaşt û gotegotên qaşo Itîlafa Sûrî û piştevanê wê Erdogan eşkere dikin.

Gotegot û angaştên bêbingeh; Basûfana Êzidî mînaka wê ye
9 kanûn, 2020   06:59
NAVENDA NÛÇEYAN-SÎPAN SILO

Li Efrînê jî, sûcên li dijî êzidiyan berdewam in.

Sivîlên li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, bi sûcên hovane û revandinê re rû bi rû dimînin, armanca vê jî valakirina herêmê ji şêniyên resen û guhartina demografiya herêmê ye.

Ji rêzesûc û bûyerên li dijî sivîlan, para Êzidiyan ji hovîtiya çeteyên dagirkeriyê ya herî mezin e, ew jî ji ber du sedeman e; ya yekê Kurd in, ya duyem jî ola wan Êzidî ye.

Efrîn û Serêkaniyê her du navendên ola êzidî bûn.  Her wiha çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker Navenda Mala Êzidî ya li Serêkaniyê û Navenda Yekîtiya Êzidiyan û goristanên ola pîroz wêran û talan kirin. Ji bilî wê jî gelek malên êzidî û milkên wan talan kirin û ew neçarî koçberiyê kirin. Tenê hinek Êzidî li hin gundên Efrînê mane.

GUNDÊ BASÛFANÊ YÊ ÊZIDÎ; ŞAHIDÊ BÛYERÊN RÛ DAYE Û RÛ DIDE, YE

Dewleta Tirk a dagirker ji beriya dagirkirina Efrînê bi du salan ve gundê Basûfanê girêdayî navçeya Şêrawa bê navber topbaran dikir. Armanca wê topbaranê jî tirsandina şêniyên gund bû da ku ew koçber bibin. Li gel wê jî dewleta Tirk û çeteyên wê her tim gef li dijî Êzidiyan dixwarin ku ew ê serê wan jêbikin.

Di 2017’an û beriya dagirkirina Efrînê bi salekê, çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker derketin û bi rêya vîdeoyên ku texmîn dibe ji Ezazê hatibûn kişandin, gef li êzidiyan xwarin û ew bi kafir bi nav kir û gotin kuştina wan helal e.

Beriya du rojan jî, çeteyên bi navê Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êzidiyên li gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa revandin, ji nav wan jî ciwanek berê di hewldana qetilkirinê re derbas bûye.

Li gorî çavkaniyên ji hundirê gund de, komeke çete şêniyên bi navên Elî Kazim Elî (22), Basil Mamed Hisên (22), Samir Mamed Hisên (35), Dilbirîn Erebo yê bi navê (Dilo Erebo) tê nasîn û Ehmed Hindî Hindî (32) revandin.

Çeteyan, şêniyên revandî birin girtîgeha li Îska. Her wiha heman çavkanî jî da zanîn ku çeteyan mala sivîlekî Êzidî kir mizgeft û şêniyên gund neçar kirin nimêj bikin û bibin Îslam û yên red kirin jî hatin revandin û qetilkirin.

ERDOGAN DEREWKAR E

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li hember Serêkaniyê bi pêş ketin de bandoreke mezin li ser Kurdên Êzîdî jî kir. 

Bi dagirkeriyê re hemû gundên Êzidiyan ên li herêma Serêkaniyê hatin valakirin. Şêniyên wan bi darê zorê hatin koçberkirin, mal û milkên wan hatin dizîn û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker Navenda Mala Êzidiyan a li Serêkaniyê şewitandin.

Ajana Anadolê ya Tirkî di demeke berê de, gotina Erdogan belav kiribû û Erdogan wiha gotibû: "Dê pêkhateyên herêmên di bin serweriya wan de, bi ewle bijîn û mafên wan bên parastin."

Li Efrînê jî, sûcên li dijî êzidiyan berdewam in.

ITÎLAF HEWL DIDE RÛYÊ ÇETEYÊN XWE XWEŞIK BIKE

Di meha borî de, bi taybet di 5’ê Mijdara 2020’an de, qaşo serokê Itîlafa Sûriyê Neseredîn Herîrî serdana gelek gundên Êzidî yên li Efrînê kir û angaşt kir ku Êzidî baweriyên xwe yên olî bêyî astengiyan pêk tînin û ji komên çekdar razî ne. Lê tenê hin pirsgirêkên biçûk hebûn û hatin çareserkirin. Lê belê Herîrî bibîr nebir bê ka di bin dagirkeriyê de çawa dikare behsa azadiyê bê kirin.  

Gelek şêniyên gundê Basûfanê hatin revandin û mizgeftek li gund hat avakirin. Bi wê re jî Herîrî serdana gundê Basûfanê kir, da ku rûyê çeteyên xwe xweşik bike û raya giştî reş bike. Herîrî bi vê serdana xwe re dixwaze sûcên li herêmên dagirkirî li dijî baweriyên olî  rû didin înkar bike. Ev yek jî angaştên çete û itîlafê û piştevanê wan Erdogan eşkere dike.

Çeteyan bi rêya daxuyaniya ku çapemeniya qaşo itîlafê daye de idîa kir ku şêniyên bajêr  baweriyên xwe yên olî bi serbestî pêk tînin û ew nehatine neçarkirina ku bibin îslam û malên wan nehatine desteserkirin. Her wiha bang li şêniyan kir ku diziyên ku bi awayekî ferdî pêk hatin wê werin çareserkirin.

Di daxuyaniya itîlafê de hate gotin ku şêniyan eşkere kir ku ger ku binpêkirin çêbûn, ew ê berê xwe didin komîteya taybet û dozgeriyê da ku çareser bikin, her wiha hejmarek ji şêniyên di vê dawiyê de vegerîn herêmê û Artêşa Nîştimanî hewl dide ewlehî û aramiyê li herêmê pêk bîne.

Êzidiyên ku berê li Efrînê dijîn, li 22 gundan bûn û wiha ne; Îska, Şadêrê, Xezawiyê, Birc Ebdelo, Êndarê, Turindê, Qîbarê, Kîmarê, Basûfanê, Beiyê, Qitmê, Sînka, Baflûnê, Qestel Cindo, Elî Qîna, Feqîra, Qijûma, Qîlê, Aşka Rojhilat, Çeqela, Kefer Zîtê û navenda navçeya Cindirêsê. Her wiha hejmara şêniyan nêzî 25 hezar e.

Li gel wê jî 19 goristanên pîroz ên civaka Êzidî hene; Barsa Xatûn, Şêx Hemîd, Şêx Xerîb, Cîl Xana, Melek Adî, Şêx Cinêd, Hogir, Şêx Berekat, Şêx Elî, Şêx Rekab, Şerefedîn, Bîla Menan, Bîr Cafir, Burc Cindî, Ziyareta Hecerî, Şêx Ebdulqadir, Şêx Keras, Ziyareta Ebû Keibê û Şêx Qesab.

(fr)

ANHA