​​​​​​​Zarokê di xwepêşandanên li Silêmaniyê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

Zarokê  ku îro di xwepêşandana li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê de birîndar bibû, ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Zarokê di xwepêşandanên li Silêmaniyê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da
8 kanûn, 2020   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Qeymeqamiya Seyîdsadiq Teha Ehmed, ragihand zarokê bi navê Emîr Ubêd yê 16 salî ku îro li Seyîdsadiq birîndar bibû, li nexweşxaneya beşa lezgîn a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Çavkanî: Rojnews