Muxalîfên Ermenistanê li dijî Pashinyan xwepêşandanek li dar xist

Bi sedan ermenî li paytext Yerîvanê li dijî paşguhkirina Serokwezîr Nikole Pashinyan ji bangên îstîfakirinê re, derketin qadan. Banga ermeniyan a îstîfakirina Pashinyan, bi encama agirbesta ku wî bi Azerbaycanê re di 9’ê Mijdara borî de îmze kiriye, pêk hat.

Muxalîfên Ermenistanê li dijî Pashinyan xwepêşandanek li dar xist
8 kanûn, 2020   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandêran kolanên Yerîvanê girtin û dirûşmên "Nikole xayin e" û "Ermenistaneke bêyî Nikole" berz kirin. Ermeniyan bersiva bangên opozîsyonê da û piştî soza dawî ya diyarkirina îstîfakirina Pashiyan pêk nehat, daketin qadan.

Opozîsyonên siyasî û nûnerê Partiya Yekitiya Şoreşger a Ermenî Ishkhan Sagatlian li ser kanalê piştî demderbasbûna soza îstîfakirina Pashiyan, destpêkirina protestoya sivîl a bi rêk û pêk, ragihand.

Ishkhan Sagatlian wiha got: "Dê Nikole bi her awayî biçe, bi şêweyekî aştiyane ji ser desthilatê dakeve. Ji niha û heta saet 17:00’an ji şêniyên Ermenistanê re mafên rewa heye ku protestoyên aştiyane ji bo daxwazên xwe li dar bixin."

Serokwezîrê Ermenistanê Nikole Pashinyan bi Serokê Azerbaycanê Îlham Eliyef re agirbestek bi navbeynkariya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 9’ê Mijdara borî de li dar xist. Bi wê re jî hêzên parêzvanên aştiyê yên Rûsyayê li Qerebaxê belav bûn û hêzên Azerbaycanê serwerî li gelek bajar û bajarokên girîng ên li Qerebaxê piştî vekişîna hêzên Ermenistanê, kirin.

(fr)