Çima li Kobanê xwedîkirina elokan di van salên borî de bi paş ketiye?

Xwedîkirina elokan li gundewarên Kobanê di van salên borî de bi paş ketiye. Her wiha buhayê goştê elokan bi hevrûkirina cureyên dîtir ên mirîşkan re bilindtir e.

Çima li Kobanê xwedîkirina elokan di van salên borî de bi paş ketiye?
Çima li Kobanê xwedîkirina elokan di van salên borî de bi paş ketiye?
Çima li Kobanê xwedîkirina elokan di van salên borî de bi paş ketiye?
8 kanûn, 2020   10:11
KOBANÊ-NÎHAD KARO

Sal bi sal xwedîkirina hin cureyên mirîşkan li gundewarên Kobanê bi paş dikeve, yek jê jî elok in. Li gel wê jî xwesteka li ser kirîna wê bi taybet beriya hatina sersalê, zêde dibe.

Berê şêniyên herêmê bi piranî elok xwedî dikirin, lê xwedîkirina wan a niha tenê li gundan heye.

Ji cureyên mirîşkan ku şêniyên gundewarên Kobanê xwedî dikin, mirîşka xexer e ku rengên wê yên reş, spî, sor û bronzî hene. Ev cure bi lez mezin nabe, giraniya wê di navbera 4 heta 8 kîlo de ye û ji pînika xwe herî zêde 3 kîlometre dûr diçe û vedigere.

Gelek navên vê cureyê hene, jê jî mirîşka romî, hindî, tirkî û misirî. Her wiha gelek cureyên wê hene; bronzî, holandî ya spî, bronziya sor, mirîşka xerxer.

Elok beriya hatina biharê, kêmî 20 hêkan dikin û 4 hefteyan dimîne heta ku çûçikên wê derkevin. Di havînê de jî hêkan dikin. Lê dema çûçikên wê derketin, baldariyeke baş dixwaze. Divê ji tavê bê parastin, ji ber nexweş dibe. Her wiha divê gelek dermanên taybet bên dayîn.

Bihayê elokên nêr 25 hezar lîreyên Sûriyê ye, lê elokên mê 15 hezar lîreyên Sûriyê ye. Gelek caran di boneyan de, bi taybet sersalê de, tê çêkirin.

Serjêkirina elokan li gel şêniyên gundewarên Kobanê, bûye adetek. Hin jî vê adetê dibînin ku ji ewropiyan hatiye wergirtin.

Xwedîkereke elokan a li gundewarên Kobanê Zelîxe Îso wiha got: "Xwedîkirina elokan li gundewarên me pir bi paş ketiye, sedema wê jî pêşketina şaristaniya li herêmê ye."

Zelîxe Îso wiha domand: "Li gel wê zêdetirî 20 elok hebûn. Lê çandina baxçe û daran bandoreke mezin li paşketina xwedîkirina wan kir. Ji ber ku elok ji berên daran pir hez dikin û cotkaran aciz dikin. Ev jî dibe sedem ku gelek elokan xwedî nekin, da ku nebe sedema acizbûna şêniyan."

Zelîxe Îso hêvî kir ku şêniyên gundan ji nû ve elokan xwedî bikin, da ku vê mîrasê biparêzin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3oy9QTVBoAY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>