Komseriya Bilind a Mafên MIrovan a Iraqê: Em astengkirina xwepêşendanên aştiyane red dikin

Komseriya Bilind a Mafên Mirovan-Iraqê siyaseta astengkirina xwepêşendanên aştiyane û bikaranîna hêzê ji bo rawestandina xwepêşendanan, red kir û bang li hikumeta Ferderal a Iraqê û Başûrê Kurdistanê kir ku bi lez nakokiyên xwe çareser bikin û daxwazên xwepêşendêran bi cih bînin.

Komseriya Bilind a Mafên MIrovan a Iraqê: Em astengkirina xwepêşendanên aştiyane red dikin
8 kanûn, 2020   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Komseriyê têkildarî xwepêşendanên li parêzgeha Silêmaniyê ya li Başûrê Kurdistanê daxuyanî da.

Komseriyê got: “Em bi fikareke mezin li girtekên ewlehiyê yên hovane yên keyifî ji bo rawestandina  xwepêşendanên welatiyan li parêzgehên herêmê dişopînin.”

Komseriyê di berdewama daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew siyasetên bêdengkirinê û bikaranîna hêzê ji bo rawestandina xwepêşendanan, girtina kanalên televizyonê red dikin. Her wiha destnîşan kir ku ev yek bi awayekî neyînî bandor li pêkanîna mafên sivîl, siyasî û xwepêşendanên aştiyane dike.

Komseriyê bang li desthilatên ewlehiyê yên Silêmaniyê kir ku rêzê ji mafên mirovan re bigirin.

Her wiha komseriyê bang li hikumeta Ferderal a Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku bi lez nakokiyên xwe çareser bikin û daxwazên rewa yên xwepêşendêran bînin cih.

(şx)