Çeteyên dewleta Tirk li Cindirêsê 4 sivîl revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî 4 sivîl di nav de 2 jin revandin.

Çeteyên dewleta Tirk li Cindirêsê 4 sivîl revandin
8 kanûn, 2020   09:04
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê revandina sivîlan ji Efrînê û navçeyê wê didomînin. Çavkaniyekî ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye duh bi şev ji navçeya Cindirêsê 4 sivîl di nav de 2 jin revandin.

Heman çavkanî diyar kir ku çeteyan şêniyên bi navê Mihemed Hec Yusif Behar, Xalîde Şêx, Emîne Ebo û Ehmed Hec Gulîn ji kolana jêrîn a navenda navçeyê revandine.

Çeteyan kesên revandî ber bi cihekî nediyar ve birine û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi ser malên gundê Basûfan ê navçeya Şêrawayê ku niştecihên wê Êzidî bûn girtibûn û gelek kes revand.

(şx)

ANHA