Rojnameyên erebî: Liv û tevgera Rûsya- Tirkiyê li Sûriyê zêde bûye

Rojnameyên erebî yên îro der barê liv û tevgera Rûsya û Tirkiyê a li Sûriyê, her wiha destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê û protestoyê başûrê Kurdistanê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Liv û tevgera Rûsya- Tirkiyê li Sûriyê zêde bûye
8 kanûn, 2020   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

'LIV Û TEVGERA RÛSYA- TIRKIYÊ LI SÛRIYÊ ZÊDE BÛ'

Der barê mijarê rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: "Blafirên şer ên Rûsya li bakur rojavayê Idlibê êrişên asmanî pêk anîn. Her wiha di êrişeke bi moşekan de leşkerekî Tirk û du endamên "Feyleq El-Şam" bîrindar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirofan a Sûriyê diyar kir ku duh balafireke Rûsya  êrişeke asmanî li herêma Şêx Behir li gundewarên bakur rojavayê parêzgeha Idlibê pêk anî. Di heman demê de balafirên keşfê yê Rûsya li asmanê çiyayê El-Zawiyê firîn."

SOHR`ê ragihand ku leşkerekî Tirk û du çeteyên ku parêzvaniya baregeha Tirkiyê ya li bajarokê Ram Hemdan (bakurê Idlibê) dikiirin û endamên "Feyleq El-Şam" di encama êrişeke bi moşekan de birîndar bûn.

Hêzên hikûmeta Şamê jî piştî nîvê şeva Yekşem – Duşemê êrişeke bi moşekan li dijî hin herêmên çiyayê El-Zawiyê yê bşûrê Idlibê pêk anî. Di heman demê de balafirên şer ên Rûsya  li asmanê herêmê difirin."

'LIVA LEŞKERÎ YA TIRKIYÊ ÇARESERIYA SIYASÎ YA LÎBYAYÊ ASTENG DIKE'

Rojnameya El-Beyan têkildarî mijarê nivîsî:"Li Lîbyayê nîşanên arîşeyeke leşkerî ya  nû rû dide. Tirkiyê bi rêya rêkirina baran li Lîbyayê da ku arîşeyê gur bike û pêvajoya çareseriya siyasî têk bibe. Fermandariya Artêşa Niştimanî der barê mijarê de hişyarî da û got ku pêwîst e em li peyî proveksyonên Tirkiyê nemeşin, ji ber ku dê bibe sedema arîşeyeke leşkerî.

'BUHARA KURDAN YAN RIKBERIYA HER SAL YA LI DIJÎ GENDELIYÊ'

Der barê geşedanên li Başûrê Kurdistanê rojnameya El-Ereb nivîsî: "Li herêma Kurdistana Iraqê protesto dewam dikin, li dijî derengmayina belavkirina mûçeyên karmendan û li dijî gendeliya saziyên ewlehiyê, ev nîşaneke "Buhara Kurdan" e li dijî partiyên ku bi salan nikarîn herêmê birêve bibin.

Roja duşemê xwepêşandêran agir berdan navendên du partiyên sereke, Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî Kurdistan, li bajarê Silêmaniyê. Hêzên ewlehiyê xwepêşandan belav kir û televizyoneke ku piştgiriya protestoyan dikir jî girt.

Çavkaniyeke tenduristiyê li nexweşxaneya Silêmaniyê got ku xwepêşandêrek hate kuştin û 2 jî li navçeya Çemçemal li parêzgeha Silêmaniyê birîndar bûn.

Li herêmê aloziyeke aborî ya giran heye, ji ber ku Bexda pereyên ku hikûmeta Kurdî dixwaze ji bo mûçeyan rênake, ew tenê beşek ji wan pereyan rêdike û dibêje ku hikûmeta herêmê hijmara karmendên xwe zêde dike da ku pereyan zêde bistîne.

Çavdêr dibêjin ku partiya Talebanî dibe ku van protestoyan bikar bîne û fişaran li partiya Barzanî bike da ku hinekî di mijara xwestina mûçeyan ji Bexdayê de daxwazên xwe kêm bike.

(kn)