Navenda "Cîhana Zarokan" ji bo zarokên astengdar pêwîstiyek e

Navenda Cîhana Zarokan a ji bo zarokên astengdaran a li bajarê Qamişlo, zarok fêr kir û hişt ku xwe di nava civakê de bibînin.

Navenda "Cîhana Zarokan" ji bo zarokên astengdar pêwîstiyek e
Navenda "Cîhana Zarokan" ji bo zarokên astengdar pêwîstiyek e
Navenda "Cîhana Zarokan" ji bo zarokên astengdar pêwîstiyek e
Navenda "Cîhana Zarokan" ji bo zarokên astengdar pêwîstiyek e
Navenda "Cîhana Zarokan" ji bo zarokên astengdar pêwîstiyek e
Navenda "Cîhana Zarokan" ji bo zarokên astengdar pêwîstiyek e
Navenda "Cîhana Zarokan" ji bo zarokên astengdar pêwîstiyek e
Navenda "Cîhana Zarokan" ji bo zarokên astengdar pêwîstiyek e
8 kanûn, 2020   08:57
QAMIŞLO-SILAVA ABDULREHMAN

Desteya Jinan ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê di sala 2014`an li taxa Qidûrbeg a Qamişlo navenda "Cîhana Zarokan" a taybet bi zarokên astengdar vekir û tê de alîkariya zarokan dikin da ku xwe di nava civakê de bibînin.

Li Qamişlo cara yekemîn e ku navendeke wiha vedibe û bê pere xizmeta zarokan dike, di heman demê de rewşa wan a jiyanî baş dike û xwedî li zarokên astengdar derdikeve.

Navend hemû zarokên astengdar ên ker, lal, nexweşên tewehûd, zarokên tevgera wan kêm û kesên ku cînatên wan ne bi rêk û pêk in (Down syndrome), pêşwazî dike.

Ji destpêka vekirina navendê de bêhtirî 200 zarok pêşwazî kir û niha tê de 20 zarok dimînin.

Berpirsa navendê Şêrîn Elî diyar kir ku ji ber ku hejmara kesên astengdar zêde bû, ev navend hate vekirin. Navenda ji saet 8:00`ê sibê heta saet 2:00`ê nîvro li ser du beşdan vekirî ye, danekî kesên lal, ker, nexweşên tewehûdê, yên pirsgirêkên axaftinê bi wan re hene û pirsgirêkên kêmbûna tevgerê (ADHD), tên navendê. Danê din jî kesên ku pirsgirêkên wan ên mêjî hene û yên ku cînatên wan ne bi rêk û pêk in, tên navendê.

Şêrîn got ku 12 kes xwe li ser beşên cuda perwerde dikin û fêrî rêbazê dermankirinê dibin, ew kes çavdêriya navnedê dikin.

Şêrîn da zanîn ku li navendê xwe dispêrin bernameyên akademîk, perdewkirin, xwendin û xweşbînî, ji bo zarok li dibistanê bidin û bistînin û bilîzin wan fêrî rêbazên rast dikin.

Şêrîn her wiha destnîşan kir ku bi rêya waneyan rewşa zarokan baş bûye, bi civakê re diaxivin û diçine dibistanê.

Şêrîn destnîşan kir ku ji dema vekirina navendê ve û heta roja îro, navendê gelek pêşketinên civakî, perwerde û zanistî bi xwe re anî.

Di dawiyê de Şêrîn Elî bang li şêniyan kir ku zarokên xwe yên astengdar bişînin navendên tenduristiyê yên taybet û bi wan re bibin alîkar.

(eh)

ANHA