‘Fikira Ocalan bingeha têkoşîn û berxwedana me ye’

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê destnîşan kirin ku dewletên hegemon hewl didin siyasetên xwe li Rojhilata Navîn ferz bikin, da ku fikira rêber Abdullah Ocalan a bingeha têkoşîn û berxwedanê bi sînor bikin.

‘Fikira Ocalan bingeha têkoşîn û berxwedana me ye’
8 kanûn, 2020   08:42
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Dewleta Tirk a dagirker ji salan ve tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, girêdayî mijarê endamên Yekitiya Jinan a Ciwan a herêma Efrînê axivî.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Dunya Bekir îşaret bi ferzkirina dewleta Tirk a tecrîda li dijî rêbertî kir û wiha got: "Êdî felsefeya rêbertî bû felsefeyeke cîhanî. Lê belê hêzên kapîtalîst ji belavkirina felsefeya rêbertî bi awayekî berfireh li cîhanê bi fikar e. Ji lew re ev dewlet tecrîdê li dijî rêbertî girantir dikin."

/kr/uploads/files/2020/12/08/084508_-1600x1200_1.webp

Dunya wiha domand: "Dewletên kapîtalîst çiqas tecrîdê giran bikin, nikarin fikira rêbertî bi sînor bikin. Ev dewlet hewl didin fitneyê di navbera aliyên kurdistanî derbixin, da ku şerê birakujiyê rû bide."

Li aliyekî din jî endama Yekitiya Jinên Ciwan Gulê Cimo da zanîn ku hêzên hegamon çareserî û nimûneyên nû li Rojhilata Navîn naxwazin û wiha pê de çû: "Guhartinên li Rojhilata Navîn pêk tên, pir girîng in. Li aliyekî din jî hêzên hegamon dixwazin siyasetên xwe ferz bikin, Her wiha projeya neteweya demokratîk a ku rêbertî pêşniyar kiriye, heye. Bi wê re jî tecrîd li dijî rêbertî hatiye ferzkirin. Da ku fikra rêbertî li Rojhilata Navîn neyê belavkirin. Ev dewletên hegamon hewl didin siyasetên xwe li Kurdistan û li ser gelê Kurd ferz bikin."

/kr/uploads/files/2020/12/08/084538_-1600x1200.webp

Gulê bang li tevahî tevger û rêxistinên jinan ên cîhanê kir ku bixebitin û rêxistina xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin û wiha berdewam kir: "Rêya ku rêbertî ji bo jinan  û şoreşa jinan diyar kiriye, zelal e. Armanca wê rizgarkirina jinan ji koletî, zulm û mêrdestiyê ye. "

Gulê her wiha diyar kir ku rêxistinên mirovî berpirsê tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan in û got: "Ji mafên her girtiyekî ye ku hevdîtinê bi malbat û parêzeran re bike. Lê belê tişta ku dewleta Tirk dike dûrî azadiya girtiyan e."

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Silava Bekir jî îşaret bi berxwedana jinên ciwan kir û wiha anî ziman: "Jinên ciwan li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Ocalan xwe bi rêxistin kirin û êdî jinên rojava ji bo hemû jinên cîhanê nimûneya hêz û berxwedanê ne. Îro bi hezaran jin li ser vê fikirê têdikoşin."

/kr/uploads/files/2020/12/08/084608_-1600x1200.webp

Medya Ebdo jî eşkere kir ku dê li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan bimeşin û wiha diyar kir: "Em ê li ser fikir û felsefeya Ocalan bimeşin û girêdayî projeya neteweya demokratîk a ku rêbertî ji bo rizgarkirina Kurdistanê ji dagirkeran daniye, bin û rêbertî û gelê Kurd rizgar bikin."

/kr/uploads/files/2020/12/08/084630_-1600x1200.webp

(fr)

ANHA