Duyemîn konferansa ROJIN hate lidarxistin

ROJIN`ê di 5’ê Kanûnê de li paytexta Belçîka Brûkselê 2’emîn konferansa xwe lidar xist.

Duyemîn konferansa ROJIN hate lidarxistin
8 kanûn, 2020   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevanên Jinên Kurdistanê (ROJIN)bi tevlîbûna 30 delegeyên jin ên rojnamevanê ên li saziyên çapemeniya Kurd  li Ewropayê konferansa lidar xist. Konferans bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Piştre jî xebatên du salî hatin nixandin û têkildarî siberoja çapemeniya jin a Kurd nixandinên berfireh hatin kirin.

Di nixandinana de bal kişandin ser rola kesî ya diyarker û pêwîstî bi weşangeriyeke pêşî bê vekirin û dînamîk heye. Hate gotin ku di Şerê Cîhanê yê 3’emîn ku di roja îro de tê pênasekirin, jin jî di nava navenda vî şerî de cih digire.

Di dewama nixandinan de bang li çapemeniya PDK’ê hate kirin ku xwe ji zayendîparêziyê rizgar bike, weşangeriyekê ku di berjewendiyên netewa demokratîk de bikin.

 Xalên ku di konferansê de derketin pêş wiha ne:

 “Rojevîkirina tevgerên jin ên Kurdistanê û cîhanê, li herêmê jî rojevên nayên dîtin bi rêya çapemeniyê kifş kirin û pêşiya têkoşîna jinê vekirin.

Li hemberî qetlîam û şideta li ser jinê ya li gelemperiya cîhanê dom dike, teşfîqkirina xwe rêxistin û xweparastinê.

Deşifrekirina sîstem û spartekên îdeolojîk ên li ser hebûna jinê hebûna xwe didomîne û ji bo vê rojane polîtîkayan dihilberîne kifşkirin.

Kampanyay Tevgera Jinên Kurd ên Ewopa (TJK-E) a ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ hatiye destpêkirin, rojevekî esasî be.

Di bin sêwana ROJIN de avakirina atolyeyên zanabûna îdeolojîk û pîşeyî

Li ser rastiya ku weşaneke dewelemend û yekbûyî ya jinê di rêya azadiyê de derbas dibe, bihêzkirina torên civakî yên xwecihî.

Di serî de zimanê kurdî divê weşangeriyek pir ziman û çand bê esasgirtin

Rojevên jinan ên heftana bên kirina hevpar.

Ji bo zimanê hevpar ê çapemeniyê bê kirin, ferhenga termînolojiya çapemeniya jinê bê amadekirin.”