Polîtîkaya NY'yê ya bo koçberên Bakur Rojhilatê Sûriyê durûyî ye

Polîtîkaya Neteweyên Yekbûyî ya bo koçberên Bakur Rojhilatê Sûriyê durûyî ne. Çavkaniyekî nêzî Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NY’yî y got NY’yî li gorî armancên hikumeta Şamê ne li gorî armancên mirovî, tevdigere.

Polîtîkaya NY'yê ya bo koçberên Bakur Rojhilatê Sûriyê durûyî ye
Polîtîkaya NY'yê ya bo koçberên Bakur Rojhilatê Sûriyê durûyî ye
Polîtîkaya NY'yê ya bo koçberên Bakur Rojhilatê Sûriyê durûyî ye
Polîtîkaya NY'yê ya bo koçberên Bakur Rojhilatê Sûriyê durûyî ye
Polîtîkaya NY'yê ya bo koçberên Bakur Rojhilatê Sûriyê durûyî ye
Polîtîkaya NY'yê ya bo koçberên Bakur Rojhilatê Sûriyê durûyî ye
Polîtîkaya NY'yê ya bo koçberên Bakur Rojhilatê Sûriyê durûyî ye
8 kanûn, 2020   00:43
HESEKÊ-EHMED MIHEMED

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî milyonek koçberên ku ji ber şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyn dewleta Tirk a dagirker de revîne, mîna herêmên Heleb û Idlibê, hene. Her wiha koçberên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî revîne, hene.

Piraniya koçberan li bajar û li dibistanan bi cih bûne û zêdetirî 125 hezar koçber di 15 kamapan de hatine bicihkirin.

Piştî ku Rûsya veto li Konseya Ewlekariyê bi kar anî ku li gorî wê dergeha Til Koçer/Yeirubiyê ku dergeha yekane ya derbasbûna alîkariyên navneteweyî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bû, hat girtin, rêxistinên navneteweyî û cîhanê tu alîkariyan pêşkêşî van koçberan nakin. Lê niha alîkarî bi rêya hikumeta Şamê derbas dibin û ew jî wê yekê wek kaxizeke zextê ya siyasî li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne.

CUDAKARÎ…

Rêveberiya Xweser tevî hin komeleyên xêrxwaz yên herêmî ximzetên wekî parastin, tenduristî, av û xwarin pêşkêşî koçberên li kampan dike.

Ev xizmet li gel kêmasiya eşkere ya rêxistinên navneteweyî pêk tê. Rêxistinên navneteweyî tenê alîkariyan pêşkêşî malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampên Hol û Roj dikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê du kampên ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê re hene, Hol û Roj in, tê de nêzî 65 hezar kes hene. Lê belê 13 kampên din hene ku rêxistinên mirovî li wan kampan xebatê nakin.

ÇAVDÊRÎ…

Li kampa Waşûkanî ya 12 km dikeve rojavayê Hesekê, zêdetirî 12 hezar koçberên ji Serêkaniyê hene.

Li wê kampê alîkariyên navneteweyî tune ne. Koçber alîkariyan ji Rêveberiya Xweser, Heyva Sor a Kurd û hin komeleyên xêrxwawz yên herêmî ku alîkariyan didin şêniyên herêmê, digerin.

Girêdayî mijarê, koçberê bi navê Lorans Elêwî wiha got: "Heta niha tu rêxistinan alîkariya me nekiriye, lê tenê rêveberiya kampê û hin xêrxwazên ji herêmê pêdiviyên sereke pêşkêş dikin."

Elêwî mixabiniya xwe der barê tunebûna rêxistinên navneteweyî anî ziman û da zanîn ku alîkarî tenê pêşkêşî malbatên DAIŞ’ê dibin, bi wê re bang li rêxistinan kir ku alîkariyan bidin wan jî.

Li aliyekî din jî berpirsa kampê Selwa Ayaz wiha got: "Heta niha tu rêxistinan alîkarî pêşkêşî kampê nekirine. Di rastiyê de rêxistinên cîhanê li kampê tune ne. Heta niha sedema tunebûna wan û pêkanîna erkên mirovî ne diyar e."

Lê kampa Holê ya ku 45 dikeve rojhilatê bajarê Hesekê ku xetertirîn kampên cîhanê ye û ji berê tê de malbatên çeteyên DAIŞ’ê li 8 beşan hene, rewşa pir cuda ye.

Li kampa Holê, rêxistinên cîhanê û komeleyên mirovî bi awayekî mezin tevdigerin. Ji wan hin alîkariyên mirovî û pêdiviyên xewê pêşkêş dikin û hin jî xizmetên tenduristî, xwarin û pêdiviyên sereke pêşkêş dikin, hinek jî mehane pereyan pêşkêş dikin.

RÊXISTINÊN LI KAMPA HOLÊ DIXEBITIN

Der barê rêxistinên li kampa Holê û çawaniya xebitandina wan de, endamê nivîsgeha têkiliyan a rêveberiya kampê Cabir Mistefa wiha da zanîn: "Niştecihên li kampê bi rêya 34 rêxistinên cîhanî yên mirovî û komeleyên herêmî gelek xizmetguzariyên cur bi cur werdigirin, bi taybet li beşa Muhacîrat tên belavkirin. Ew beş jî yên jinên DAIŞ’ê yên bi nasnameyên erebî û biyanî ne."

Ji rêxistinên li kampê dixebitin; Xaça Sor a Navneteweyî, WHO, UNICEF, Sendoqa NY’yê ya nifûsa şêniyan, rêxistina WFP, Rêxistina Heyva Ereb a Sûriyê, rêxistina HD, rêxistina IVP, bijîşkên bêsînor, rêxistina Mar Afram, rêxistina Dêr Mar Yeiqûb, rêxistina Mar Asya, rêxistina rizgarkirina zarokan, rêxistina NRS, rêxistina IRC, rêxistina Mentor, rêxistina Mentor, rêxistina Care, rêxistina Searcy Core, rêxistina Rich, rêxistina Chan,  rêxistina Concern, rêxistina Relief, rêxistina Acted, rêxistina Coba, rêxistina IH, rêxistina Mewede, komeleya Yemame, komeleya Emanî ya Xeyrî, navenda Selam, navenda Smart.

Der barê wernegirtina alîkariyan de, têkilî bi hin komeleyên cîhanî re bi taybet ên girêdayî NY’yê hat danîn.

‘NY’YÎ LI GORÎ DAXWAZÊN HIKUMETA ŞAMÊ TEVDIGERE’

Çavkaniyekî ji navenda Komîseriya Kar û Barên Koçberan a ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişlo ku navê xwe eşkere nekiriye wiha got: "Komîserî û piranî rêxistinên girêdayî NY’yî yên li Sûriyê dixebitin, hewl dide razîkirina hikumeta Şamê wergire û perspektîfên hikumetê bêyî rewşa mirovî pêk bîne."

Çavkanî da zanîn ku komîserê Kar û Barên Koçber û Penaberan a li Sûriyê Iaki Ito piştevaniya helwestên hikumeta Şamê dike û ji çarçoveya nexşeya ku hikumeta Şamê û saziyên wê yên ewlehî çêkirine, dernakeve û wiha pê de çû: "Ew li gorî perspektîfên hikumeta Şamê tevdigere, ne weke ku divê piştevaniya mirovî bike."

 ‘HIKUMETA ŞAMÊ NAXWAZE ALÎKARIYA KOÇBERAN BIKE’

Çavkanî wiha domand: "Piştî êrişa dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî muhafizê Hesekê yê girêdayî hikumeta Şamê bi nûner û berpirsên rêxistinên mirovî re û komseriyê re civiya. Di civînê de muhafizê Hesekê bang li tevahî rêxistinan kir ku alîkariyan pêşkêşî koçberan nekin, her wiha piştevaniya kampên li herêmê tên vekirin jî nekin. Muhafiz bang kir ku bila koçber li dibistanan bimînin, da ku perwerdeya bi çavdêriya Rêveberiya Xweser asteng bibe."

REWŞA FERZKIRÎ…

Li gorî çavkanî, gerînendeyê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed wiha got rêxistin alîkariyê bi nav nêzîkatiyên xwe ji armancên xwe yên bingehên dûr dikeve û wiha gotina xwe berdewam kir: "Mixabin rewş bi vî rengî ye, polîtîkirina rêxistinan bandoreke neyênî li mekanzîmaya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji koçberan re dike."

Li gorî çavêdaran, paşguhkirina rêxistinên girêdayî NY’yê ya pêşkêşkirina alîkariyan ji koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, polîtîk e. Ji ber ku ev rêxistinê li gorî siyasetên ku aliyên piştevaniya wê dikin tev digerin. Bi wê re jî da ku guhartina demografiya herêmê û sûcên ku alî pêk tînin, bi taybet dewleta Tirk, binixumînin.

(fr)

ANHA