Komeleya Qurbaniyên Terorê ya Navneteweyî dixwaze li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixebite

Gerînendeyê Komeleya Navneteweyî ya Qurbaniyên Terorê ya li Belçîka got, komele dixwaze li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixebite da ku piştgiriya qurbaniyên terorê bike, ji nû sazûmaniyekê ava bike, navbeykariyê di nav qurbaniyan û cîhana derve de bike û sûcdaran darizîne.

Komeleya Qurbaniyên Terorê ya Navneteweyî dixwaze li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixebite
8 kanûn, 2020   01:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Komeleya Navneteweyî ya Qurbaniyên Terorê Philip Vanstatekiste yê ji roja îna derbasbûyî ve bi şandeyeke hikumeta Belçîkayê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, têkildarî xwesteka komeleyê ya li herêmê bixebite ji ANHA'yê re axivî.

Şandeya hikumeta Belçîka ya ku niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji endamên parlamantoya Federal a beçîkî George Dalmani û Quinn Matsu, Gerînendeyê Komeleya Qurbaniyên Terorê Philip Vanstatekiste, Endamê Komeleyê Rodî Melek, Seroka Rêveberiya Saziya Child Focus a Piştgiriya Zarokên wendayî, revandî û  destdirêjî li wan hatiye kirin Heidi de Paolo pêk tê.

Têkildarî Komeleya Navneteweyî ya Qurbaniyên Terorê Philip Vanstatekiste got: "Rêxistin piştgiriya qurbaniyên terorê yên li Belçîka dike, ji bo ji nû ve werin perwerdekirin û avakirin û mafê wan ê edaletî hebin dixebite."

Vanstatekiste destnîşan kir ku vekirina beşa Komeleyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di çarçoveya dozên girêdayî çeteyên biyanî yên li Sûriyê ku li Ewropayê bi awayekî rasterast anî ne rasterast têne şopandin de tê û wiha dewam kir:"Em wekî aliyekî sivîl dibînin ku divê em bixebitin da ku dengê qurbaniyan pirsgirêkên çekdarên terorîst ên li Sûriyê were guhdarkirin."

Vanstatekiste ev yek li gotina xwe zêde kir: "Di pêvajoya her du salên derbasbûyî de em fêr bûn ku ji nû ve qurbaniyan ava bike û heta em fêrî gelek tiştan bûne, lê dîsa jî pêwîstiya me bi hevkariyê heye ji ber qurbaniyên li vir ne wekî qurbaniyên li Rojava (Ewropa) ne."

Vanstatekiste da zanîn ku komele ne siyasî ye, ji bo mirovahiyê kar dike û dixwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixebite û wiha pê de çû: "Ji ber ku herêm ji bo her kesî girîng e û şêniyan zor û zehmetiya terorê dîtiye, lewma tişta em dixwazin beşekî xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekin û bi rêxistinên din re yên heman karî dike, têkiliyan çêkin."

Philip Vanstatekiste destnîşan kir ku ew ê di zûtirîn dem de, piştî gavên destpêkê bi dawî bibe û hevkariyan dê ev proje berdewam bike.

Gerînendeyê Komeleya Navneteweyî ya Qurbaniyên Terorê Philip Vanstatekiste di dawiya axaftina xwe de ev yek anî ziman: "Komele dê hevkariyê bi şêniyan re bike, dê ne tenê piştgiriya qurbaniyên DAIŞ`ê bike lê belê qurbaniyên şer jî, heta qurbaniyên fikirên tundrew. Komele ji bo qurbaniyan dê bi hemû kesên pispore re têkiliyan çêke û kar bike, da ku sûdê ji tecrûbeyên li herêmê bibîne û di pêşerojê de li Ewropa sûdê jê werbigirin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xytfAT__d8s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>