Li Germiyanê zarokekî jiyana xwe ji dest da, li  Ranyayê jî 20 kes birîndar bûn

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derket. Nêzî 20 xwepêşander birîndar bûn. Di xwepêşandana li bajarokê  Kifrî  de jî xwepêşanderek jiyana xwe ji dest da.

Li Germiyanê zarokekî jiyana xwe ji dest da, li  Ranyayê jî 20 kes birîndar bûn
7 kanûn, 2020   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarê de li navçeya Ranyayê welatî carek din li dijî nedana muçe û rewşa xiraba ya aboriyê dest bi xwepêşandanê kirin.

Di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de alozî derket. Hêzên ewlehiyê bi bombeyên gazê û bombeyên deng êriş birin ser xwepêşanderan. Di encama êrişa polîsan de nêzî 20 xwepêşander birîndar bûn û 20 xwepêşander jî hatin binçavkirin. Hate gotin hinek polîs jî birîndar bûne.

Di saetên şevê de welatiyên bajaroka Kifrî ya Germiyanê dest bi xwepêşandanê kirin. Xwepêşanderan baregeha YNK’ê ya bajarok şewitandin û ber bi baregehên hizbên din de de dimeşin.

Di dema şewitandina baregeha YNK’ê de, di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de zarokê bi navê Ako Selman ê temen 17 salî bi giranî birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da.

Çavkanî: Rojnews