Li Şarezurê jî xwepêşandanê dest pê kir

Xwepêşandanên li dijî nedana muçe û qeyrana aboriyê her ku diçe berifreh dibin. Li navçeya Şarezur ya Silêmaniyê jî welatiyan dest bi xwepêşandanê kirin. Di xwepêşandanê de kesek birînar bû.

Li Şarezurê jî xwepêşandanê dest pê kir
7 kanûn, 2020   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên şevê de welatiyên navçeya Şarezur jî  li nava bazara navçeyê dest bi xwepêşandanê kirin.

Di xwepêşandanê de agir li ser cadeyan hate kirin û cadeya nava bazarê ji trafîkê re hate girtin. Hêzên ewlehiyê gule bi ser xwepêşanderan de berdan û ciwanek birîndar bû.

Berdevkê Nexweşxaneya Şehîd Reuf Beg ya Şarezur Kemal Ehmed, ji Rojnews’ê re ragihand, “Ji beriya demek kurt ciwanek temen 27 salî bi navê Saman Hisên gihandin beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Gule bi lingê wî ketibû, piştî tedawiya destpêkê, ji bo nexweşxaneya Silêmaniyê hate şandin.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Mx9fO8UIDlc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>