Lubnan: Ji bo rakirina piştgiriyê xwepêşandêran rêyên Beyrûtê girtin

 Li Lubnanê xwepêşandêran gelek rêyên ber bi paytexta Lubanê Beyrûtê ve, bi sedema rakirina piştevaniyê ji ser kelûpelan û bihabûna dolarê, girtin. Di encama de di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlehiyê pevçûn rû da.

Lubnan: Ji bo rakirina piştgiriyê xwepêşandêran rêyên Beyrûtê girtin
7 kanûn, 2020   20:32
BEYRÛT

Di demekê de ku têkildarî piştgiriya ji nirx û kel û pelan re, li qesra hikumetê civîna wezaretê li dar diket, xwepêşandêran rêya pêşiya Beyt El-Ketaib a navendî ya li Seyfî girt.

Piştî xwepêşandêran rê girt, hêzên têkoşîna li dijî tevliheviyê êrişî xwepêşandêrên li Rînîx kir.

Xwepêşandêran berê xwe da Wezareta Aborî ya li naverasta Beyrûtê û li wir protesto kir, her wiha li qada Nûr a li Terablusê jî ji bo rakirina piştgiriya ji ard re protesto kir.

Berpirsê aş û firinan Elî Îbrahîm got piştî wezîrê aborî biryar da ku êdî nema piştgiriya ardê nan ê Lubnanê bikin û êdî ard bi dolaran tê firotin, tevlihevî li ser torên civakî bi sedema rakirina piştgiriya ji ard re çêbû.

Elî Îbrahîm da zanîn ku ji bo nan û her wekî din ardê ne zîro tê bikaranîn, dê hemû bi dolaran bin û dê feqîr nikaribin sermîsakan bikirin.

Li  aliyekî din jî gerînendeyê genim ê Wezareta Aborî Cerces Berarî got gotegotên li ser torên civakî yên têkildarî rakirina piştgiriya ji ard re ne rast in û wezîrê aborî heta vê kêliyê tu biryar nedaye. Ji beriya heftiyekê ve mijar hatiye pêşniyarkirin û dê sibe bi xwedanên aşan re bicive.

(eh)