Piştî Lîbya û Qerebaxê, çeteyên Tirkiyê yên sûrî li Qeterê ne

SOHR’ê eşkere kir ku dewleta Tirk difikre ku çeteyên sûrî yên girêdayî wê ji bo parastina avahiyên werzîşê û navendan bişîne Qeterê.

Piştî Lîbya û Qerebaxê, çeteyên Tirkiyê yên sûrî li Qeterê ne
7 kanûn, 2020   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) dewleta Tirk niyet dike ku 200 çeteyên sûrî di sala bê de bişîne Qeterê. Da ku avahiyên werzîşê û navendên li Qeterê biparêzin. Ew jî li beramber hezar û 500 heta 2 hezar û 500 dolar di her mehekê de ye.

Li gorî SOHR’ê istîxbarata dewleta Tirk ji çeteyên Feyleq El-Mecid û komên dîtir xwest ku navên ji 200 çeteyên sûrî yên beşdarî şerên li Lîbya û Qerebaxê bûna amade bike. Ew jî yên ku peymanên wan bi dawî bûne û vegerîne Sûriyê. Da ku bişîne Qeterê.

(fr)