Giringtirin kenala avê li herêma Reqayê hate restorekirin

Nivîsgeha Restorekirinê ya girêdayî Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên restorekirina kenala Belîx ku li nêzî gundê Şinêne yê bakurê Reqayê ye, bi dawî kir.

Giringtirin kenala avê li herêma Reqayê hate restorekirin
Giringtirin kenala avê li herêma Reqayê hate restorekirin
Giringtirin kenala avê li herêma Reqayê hate restorekirin
Giringtirin kenala avê li herêma Reqayê hate restorekirin
7 kanûn, 2020   12:09
REQA

Serokê Nivîsgeha Restorekirinê Mihemed El-Elî diyar kir ku zirar gihaştibû 140 m ji kenala Belîx a li gundê Şinênê (45 km bakurê Reqayê) û kenal bi dirêjahiya 15 m li xaçrêya gundê Sebah El-Xêr ê bakurê Reqaê, şikestibû. Li ser wê yekê werşeyên girêdayî Nivîsgeha Restorekirinê dest bi xebatê kirin û bi lêçûna 140 milyon lîreyên Sûriyê xebatên restorekirinê birin serî.

El-Elî piştrast kir ku Meclisa Sivîl a Reqayê jî piştgirî daye xebatên wan.

Kenala Belîx ji mezintirîn û girîngtirîn projeyên avdanê li Reqayê ye. Ew avê ji bendava Firatê ya li Tebqayê dikişîne û avê digihîne bajarokê Cezrat ê gundewarê rojavayê Dêrazorê.

(dm)

ANHA