Balafirên Rûsyayê li bakurê Idlibê êriş pêk anîn

Balafirên Rûsyayê êrişên asîmanî li dijî herêmên li gundewarê bakur rojavayê parêzgeha Idlibê pêk anîn. Li aliyekî din, kesên nenas bi moşekan baregeheke leşkerî ya hêzên artêşa Tirk li bajarokê Ram Hemdan ê bakurê Idlibê, kirin hedef.

Balafirên Rûsyayê li bakurê Idlibê êriş pêk anîn
7 kanûn, 2020   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê li dijî herêma Şêx Behir a gundewarê bakur rojavayê êriş pêk anî.

Ji aliyekî din ve  jî, kesên nenas baregeheke leşkerî ya hêzên artêşa Tirk li bajarokê Ram Hemdan a bakurê Idlibê, bi moşekan hedef girtin. Di êrişê de leşkerekî Tirk û 2 çete birîndar bûn û zirar gihîşt baregehê.

 (cx)