Fermandariya Giştî ya Lîbyayê: Em bi peymana agirbestê ve girêdayî ne

Fermandariya Gişît ya Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê piştrast kir ku ew bi lihevkirina agirbest a ku di çarçoveya komîteya 5+5 de li Cinevê bi sponseriya NY`î ji bo piştgiriya Lîbyayê pêk hatiye, girêdayî ne.

Fermandariya Giştî ya Lîbyayê: Em bi peymana agirbestê ve girêdayî ne
7 kanûn, 2020   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Gişî ya Hêzên Çekdar ên Erebî ya Lîbyayê di daxuyaniyeke xwe de ku îro daye, metirsiyên xwe ji ber zêdebûna hejmara komên çekdar ên girêdayî Hikumeta Wîfaq li Terablusê û Misratayê û veguhestin wan tevî cebilxaneyê ber bi eniyên şer li rojavayê Sirt û Cefreyê, anî ziman.

Fermandariyê piştrast kir ku li gorî wan tevgeran, wan  ferman daye yekîneyên artêşê da ku baldar bin û tu bertek nîşanî provokasyonan nedin, ku dibe bibe sedema şerekî.

Mudirê Rêveberiya Şêwiriya Manewî ya Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb di demeke berê de ji Skynews Erebiyê re gotibû dewleta Tirk bi rêya mudexleya leşkerî û şandina çeteyan, hewl dide diyaloga lîbyayê asteng bike û ev hewldanên Ixwanan e ji bo ku li herêmê bimînin.

Mehcûb wiha domand: “Dewleta Tirk hîna çeteyan dişîne Lîbyayê, lê hejmara wan kêm bûye.”

Duh 5 keştiyên şer ên dewleta Tirk li nêzî ava herêmî ya Lîbyayê hatine dîtin, lê derbasî ava Lîbyayê nebûne.

(şx)